Ji parêzerên Vedat Erkmen Destîna Yildiz got, “Îdîaya xwekuştinê ya li ser kesekî ku ji malbata xwestibû gilî bike, cihê gumanan e.”

Girtiyê siyasî Vedat Erkmen ê li Girtîgeha bi Hejmara 2 a Tekîrdagê dihate girtin, bi hinceta ‘ewlekariya xwe ya jiyanê nîne’ li hucreyê hatibû tecrîdkirin û li hucreya yek kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Otopsiya destpêkê ya Erkmen bêyî parêzeran hate kirin û hewldanên parêzeran ên ji bo ronîkirina bûyerê jî hatin astengkirin.

Ji parêzerên ku pêvajoyê dişopîne endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

Destîna Yildiz diyar kir ku Erkmen ne mirovekî welê bû ku dawî li jiyana xwe bîne û got, “Erkmen 16’ê Kanûnê ji hucreya sê kesan birin hucreyeke cuda. Dema ku ew birin hucreyê jê re gotin ku ‘ewlehiya wî ya jiyanê nîne’. Me ji dozgeriyê re ev got, ji dozgeriyê re jî agahiyeke bi vî rengî ji girtîgehê hatiye ragihandin. Halbûkî Erkmen ti carî nexwest ku hucreya wî bê guhertin. Di dosyayê de, di biryara desteya çavdêriyê ya rêveberiya girtîgehê de hatiye nivîsandin ku li gorî agahiya îstîxbaratê ya jendermeyan ‘ewlehiya jiyanê nîne’. Lê belê li ser vê yekê jî delîlekî şênber nehatiye nîşandan. 16’ê Kanûnê hucreya wî tê guhertin, di 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dide. Her çend hate îdîakirin ku Erkmen dawî li jiyana xwe aniye, hevalên wî yên li hucreyê dibêjin ku ev yek ne xwekuştin e. Gotin ku ew ne kesekî xwe bikuje bû, meyleke xwe ya bi vî rengî tune bû. Beriya jiyana xwe ji dest bide bi du rojan bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û bang li malbata xwe kir ku piştî hefteyekê bên hevdîtina rû bi rû û ji malbatê xwest ku giliyê rêveberiya girtîgehê bike ji ber ku ew bi zorê xistiye hucreya yek kesî. Kesekî ku dixwaze gilî bê kirin, ne normal e ku piştî 2 rojan dawî li jiyana xwe bîne. Ev yek rewşeke bi guman e.”

Destîna Yildiz destnîşan kir ku ne tiştekî normal e ku di nava mehekê de 7 kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide û bi bîr xist ku li girtîgehan mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin û ji raya giştî xwest ku di vê mijarê de hîn bêhtir baldar be.

Destîna Yildiz hişyarî da ku ev rewş dibe ku kiryareke nû be û got, “Girtiyên nexweş nayên dermankirin, îdîa dikin ku mirov xwe dikujin. Ev yek ne pêvajoyeke normal e. Dibe ku destpêka pêvajoyeke nû be. Bi taybetî piştî şewbê li girtîgehan kiryarên kêfî gelekî zêde bûn. Binpêkirina mafên mirovan giran bû.