Ajansa ANHA ragihand ku, Dewleta Tirk, di 14`ê Kanûna 2023’an de, bi hezaran endamên Hemasê li Efrîn û Babê bicih kirin.

Ajansê destnîşan kir ku li hemberî hemû veşartin û înkarkirinê, eşkere bûye ku dewleta Tirk, Komeleya Şexaf li navenda Efrînê ava kiriye, bi riya vê komelê malbatên Hemasî dibe, li herêmê bi cih dike.

Li gorî agahiyên kesekî ku di vê komelê de kar dike û ji ber ewlekariyê navê xwe eşkere nekiriye, hejmara malbatên ku tenê wî qeyd kirine, 35 in.

Navên malbatên hatine bicihkirin jî evin: El Huseynî, El Xurî, Tugan, Neşeşewbî, El Ridwan, Zewtawî ne.

Heman çavkaniyê got:

Ev malbat li Xezayê tên nasîn û niha li kampa Xalidiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa hatine bicihkirin.