Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli, bal kişande ser kelecana mezin ya li Wanê û navçeyên wê ya ji bo hilbijartinên herêmî û got:

Ji ber qeyûman li bajêr û navçeyên wê pirsgirêkên mezin rû dane.

Ya ku van pirsgirêkan çareser bike jî DEM Partî ye û gel jî ji bo hesab pirîsnê amade ye.

Siyaseta Qeyum, dijminatiya li Kurdan û hemû gelan e, xespkirina îradeya gel e û talankirina malên gel e.

Hem yekperestî ferz kirin, hem nokerî kirin, hem talan û dizî kirin. Bi taybetî jî, deriyê şaredariyan li ber jinan girtin.

Gulderen Varli diyar kir ku dijminatî tenê ne ev bû.

Zimanê Kurdan qedexe kirin. Bi qeyuman hemû saziyên ziman û huner girtin. Heta bi tabeleyên Kurdî rakirin, navên deverên ku navê mezinên Kurdan li wan hatibûn kirin teva rakirin. Ev dijminatiya li dijî gelê Kurd e û îro jî siyaseta qeyum dewam dike.

Ji navenda Wanê, heta bi Artemêtanê, ji wir heta bi Mûradiye û Erdîşê malê gel firotin. Hemû jî, firotin hevkarên AKP’ê. Ev kiryarên ne qanunî û suc, bi belge ne.

Gulderen Varli herî dawî got; Ji ber qeyûm û xisarên kirine, li Wanê û navçeyên wê, pirsgirêkên mezin hene. Ya ku van pirsgirêkan çareser bike DEM Partî ye. Gel jî vê dizane. Her kes ji bo hilbijartina herêmî û hesab pirsinê amade ye. Em ê qeyûman bişînin û şaredariyên xwe ji talan û diziyê rizgar bikin, hesab bipirsin.