Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Farqîn, Licê û Erxeniyê desteser kir û qeyyûm li ser şaredariyan peywirdar kir. Hevşaredar hatin destgîrkirin.

Şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Farqîn, Licê û Erxeniyê hatin desteserkirin.

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya hatin destgîrkirin.

Polîsan dora avahiyên şaredariyan girtin û destûrê nadin ku kes têkevin şaredariyan.