Li kolanên bajarê Zurîchê yê Swîsreyê, komek ji jinên Kurd ên ciwan bi kincên xwe yên gelêrî li defê dan û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Aktîvîstên TÊKO-JIN li kolanên Zurîchê 4’ê Nîsanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in tecrîdkirî ye, azad bibe.

Ciwanan li defê dan, stran gotin û govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin qîrîn.

Çalakiyê nêzî saetekê dewam kir û jin ên ciwan ev bang li ciwanan kirin: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Li ser vê bingehê heta azadiya Rêber Apo divê em li qadan bin.”