Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan ji bo biçin Îmraliyê.

Ocalan piştî 21 salan di 27’ê Nîsanê de yekemcar karîbû bi rêya telefonê bi malbata xwe re biaxive. Di 7’ê Îlonê de jî ji bo 6 mehan hevdîtin lê hatibû qedexekirin.