Endama Komîteya Înîsiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan li bajarê Minbicê Asya El-Hisên got;

Pêngava cîhanî ku li 74 bajaran bi daxwaza azadiya Rêber Apo destpê kir, nîşan dide ku fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav bûye.

Rêber Apo li Girava Îmraliyê di bin mercên gelekî dijwar û li dijî mirovahiyê tê girtin. Dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelên azadîxwaz tewcrîdê giran dike. Divê dewleta Tirk û hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne zanibin alîgirên fikir û felsefeya Rêber Apo heta azadiya rêbertî wê têkoşînê bikin. Fikir û felsefeya wî û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.

Heta rêxistinên mafên mirovan, di serî de CPT, daxwazên me yên ji bo rakirina tecrîdê bi cih bînin û azadiya Rêber Apo misoger bibe, wê çalakî û têkoşîna me dewam bike.