Mihrîcana Balgefîlman a FîlmAmedê her sal bi piştgiriya şaredariyên Amedê dihat lidarxistin.

Bi tayînkirina qeyûman re jî ev çend salin mîhrîcan hatibû betalkirin.

Mîhrîcana 8’an dê îsal bi pêşengiya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn were lidarxistin.

Mezopotamya Sînema, Şanoya Bajêr a Amedê û Ma Music jî piştgiriyê didin mîhrîcanê.

Li gel ku ev demeke dirêj e mîhrîcan nayê lidarxistin jî serlêdanên ji bo mîhrîcanê zêde bûn.

Heta niha ji bo derdora 100 belgefîlman serlêdan hatine kirin. Lê ji ber tengaviya wext lijneya hilbijêr a belgefîlman tenê karî 31 belgefîlman hilbijêre.

Belgefîlmên di bernameya mîhrîcanê de cih digirin dê li Şanoya Bajêr a Amedê, Bezgîn Bekir û Zarok Ma’yê werin nîşandan.

Belgefîlmên ku ew ê îsal werin nîşandan bi giranî belgefîlmên kurdî ne ku ji çar parçeyên Kurdistanê tev li mihrîcanê bûne.

Her wiha ji cîhanê û Tirkiyeyê jî belgefîlm hene ku cihê xwe di bernameyê de digirin.

Mihrîcan dê di navbera 27’ê meha îlonê û 1’ê cotmehê de were lidarxistin.

Ji fîlmên ji bo 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê hatine hilbijartin hin jê ev in:

1- Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?/ Mûstafa Orman

2- Bu da mı gol değil? (Ev jî ne gol e?) / Feyzî Baran

3- Wergerandina Ulyssesê/Aylîn Kuryel – Firat Yucel
û hwd.

4- Tamî Aw / Saman Mûstafa

5- Northen Forests/Julia Lazarus

6- Hêza / Derya Deniz

Çen fîlmên ku hatine hilblijar

‘FîlmAmed’ yekem mîhrîcana belgefîlman e ku li Kurdistanê tê lidarxistin.

Ji ber ku mîhrîcan tenê cih dide belgefîlman û bi beglefîlman dadikeve, xwedî rengekî taybet e li Kurdistanê.

Bi saya vê mîhrîcanê her sal çêkerên belgefîlman ên li cîhanê û Kurdistanê tên gel hev û bi hevre li belgefîlman temaşe dikin û nîqaş dikin.

Ji ber vî awayî di sînemeya kurdî de platformeke girîng e. Bi saya mîhrîcanê sînemagerên çar parçeyên Kurdistanê tên gel hev.