Rojnameya Şerq El Ewsed, li ser rewşa li Dêre Zorê nîvisek bi sernavê “Destê Tirkiye di gûrkirina rewşa navbera eşîrên Sûriye û QSD′ê de heye” weşand.

Şerq El Ewsed dibêje, amur û rengê berfirehbûna şerê li Dêre Zorê dide xuya kirin ku destê Tirkiyê di gûrkirina şer de heye. Di radeya yekemîn de Enqere sûdê ji rewşa heyî ya li herêmê digire û berpirsê hemû aloziyên li heêrmê ye.

Rojnameya Şerq El Ewsat, derbarê rewşa Lubnanê de jî dibêje; serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birîç çavdêriya bertekên parlamentoyê yên li ser banga wî ya diyalogê dike, da ku hilbijartina serokkomariyê ji xitimandinê derkeve.

Birî hêvî dike ku daxwaza wî ji aliyê tevahî blokên parlamentoyê ve were bersivandin.′′

Rojnameya Îtîhad El Îmarat, rapora Enstîtuya Lêkolînên Şer û Ewlehiyê wek çavkanî nîşan daye û dibêje; Li Pakistanê, “Êrişên terorî di meha Tebaxê de li seranserî welat bi awayekî berbiçav zêde bûne û heta niha 99 êriş hatine kirin. Di van êrişan de 112 kes hatin kuştin û 87 kes jî birîndar bûn.