9 sal cezayê girtîgehê li nûçegihanê DÎHA’yê Abdulkadîr Tûray ku zêdeyî 2 sal in girtiye hat birîn. Wekî hincet jî agahiyên ku ji çavkaniya nûçeyan girtiye hatin nîşandan. Dadgehê bi giştî 74 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Tûrayê û yên tevî wî hatin girtin birî.
Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Abdulkadîr Tûray, Alîgirê Hevşaredarê Stewrê Osman Ok, endamên DBP’ê Mehmet Saît Tûncer, Yûsûf Erat û Şakîr Tûran, Davût Tekîn, Hamdullah Oz, Nacî Arslan û Yalçin Bûlgan di 9’ê Gulana 2016’an de li li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatin girtin. Îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan danişîna doza wan pêk hat. Tûray, Oz û Bûlgan anîn eywana dadgehê û girtiyên din jî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.
Di danişînê de Osman Ok parêziya xwe bi kurdî kir û beyanên şahidê nepen qebûl nekirin û xwest bê beratkirin.
Tûray jî, parêziya xwe bi kurdî kir û wî jî beyanên şahidê nepen qebûl nekirin. Tûray diyar kir ku ew rojnamevan e û dema ew ji bo nûçeyê çûye li ser rêya Stewrê wesayîta wî hatiye sekinandin û kontrolkirin. Tûray got: “Ez rojnamevan im, dema min bûyer ji televîzyonê bihîsy ez çûm cihê bûyerê. Di îfadeya şahidê nepen de nakokî hene. Ma kesekî ku endamê rêxistinê be dê di telefonê de bêje ez endamê rêxistinê me. Agahiyên ku min çavkaniyê xwe stendin bi temamî ji bo nûçeyan bû. Ev bi tu awayî ne sûc e.”
Kesên din jî parêziya xwe bi kurdî kirin, beyanên şahidên nepen qebûl nekirin û xwestin bên beraatkirin.
Piştî parêziya parêzeran meqama îdiayê xwest Hamdullah Oz, Mehmet Sait Tuncer, Yalçın Bulgan, Gazeteci Abdulkadir Turay, Yusuf Erat, Mevlude Okmen, Osman Ok û Şakir Turan bên cezakirin. Her wiha meqama îdiayê xwest Davut Tekin û Nacî Arslan bên berdan.
Lê belê heyeta dadgehê li rojnamevan Abdulkadir Turay bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza birî û li Hamdullah Oz û Yalçin Bûlgan herkê 10 sal û 6 meh li wan birî. Li Mevlude Okmen, Naci Arslan û Davut Tekin jî herkê 7 sal û 6 meh ceza li wan bê birî. Li Yûsûf Erat jî 3 sal û 9 meh ceza birî. Li Şakir Turan, Osman Ok û Mehmet Sait Tuncer jî herkê 6 sal birî.