Parlementoya Iraqê di rûniştina îro de dîroka dawî ya hilbijartina Serokkomarê Iraqê 2’yê Cotmehê diyar kir.

Îro Parlementoya Iraqê bi amadebûna 226 endaman civiya û dîroka dawî ya hilbijartina serokkomar diyar kir.

Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî diyar kir ku hejmara kesên xwe ji bo Serokkomar namzet nîşan dane 31 kes e, lê li gorî qanûn tenê namzetiya 7 kesan hatiye pejirandin. Helbûsî di rûniştina îro de navê 7 kesên namzetiya wan hatine pejirandin wiha rêz kir, “Berhem Salih, Fûad Hisên, Sirwe Ebdulwehîd, Serdar Ebdulla, Kemal Qeytûl, Ebdulletîf Reşîd, Selîm Hemze Şûşkeyî” ne.

Helbûsî her wiha ji pêkhateyên Mesîhî û Tirkmenî jî xwest ku nûnerên xwe ji bo meqama Biryargirtinê ya Parlementoyê diyar bikin.

Di dawiya rûniştina îro de jî dîroka herî dawî ya ji bo hilbijartina serokkomariyê hate diyarkirin.