96 rêxistinên hiqûqî û sivîl yên Sûriye êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin.

Rêxistinan got: Hêzên dewleta Tirk a dagirker, bi balafiran, êrîşên hovane û berfireh li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Ligel êrîşên hewayî, bi top û hawanan jî êrîşan dike. Dewleta Tirk, rêgez û pîvanên navneteweyî, qanun û peymanên navneteweyî bin pê dike. Di êrîşên dewleta Tirk de wêranî û zirarên mezin gihaştin binesazî, avahiyên stratejîk, navendên tenduristî, xizmetguzarî, mal û milkên taybet û giştî yên herêmê. Di encama wan êrîşan de gelek welatî şehîd bûn û birîndar bûn.

Em weke rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl yên Sûriye bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin ku; Qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin. Hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriye werin derxistin. Ji bo sucên dewleta Tirk, komîteyek ji bo lêkolînkirinan bê avakirin.