Gerîla Dîlan Cizîr 27’ê kanûna 2017’an şehîd bû.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HGP’ê bi daxuyaniyekê şehîd Dîlan bîranî û wiha got:

Jina Heleng û dilxwaza azadiyê Dîlan Cizîr 27’ê kanûna 2017’an li herêmên Parastina Medya di êrişa dijmin de şehîd bû.

Hevrê Dîlan bi meşa xwe ya bi pîvan li nava têkoşînê bû mîlîtanek bi mînak a PKK-PAJK’ê.

HPG’ê di serî de malbata şehîd Dîlan ji gelê Kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û nasnama şehîd eşkere kir.

Dîlek Yildiz bi nasnav Dîlan Cizîr, li Şirnexê ji dayîk bûye, navê dayîkê Emîne navê bav Zekî 27’ê kanûna 2017’an li herêmên parastinê yê medya şehîd bû.

Li ser şehîd Dîlan HPG’ê vê nirxandinê kir.

Hevrê Dilan li Cizîra Botan li gundê Hebler li nava malbatek welatparêz de jidayîk bû. Dewletê gundê wan şewitand, malbat koçî Cizîrê kirin, Dîlan li vê derê mezin bû.

Mîna her zarokeke li Kurdistanê ji dayik bû û mezin, wê jî zarokatiya xwe di nava şer û têkoşîna me ya azadiyê de derbas kir. Bû şahida zext û zordariya dijmin, komkujiyên li Kurdistanê dît, planên dijmin ê ji bo bişaftina jin û ciwanên Kurd, siyaseta qirkirinê li dibistanê baştir fêhm kir.

Sa 2010’an aktîf tevlî kar bû giranî da, xebatên civakî yên li qada akademî û jin a azad. 2012’an hate girtin, nêzî salekê li Mêrdînê li zindanê ma. Piştî ji zîndanê derket, karê xwe dewam kir, di nava berxwedana xwerêveberiyê de cih girt. Paşê berê xwe da çiyayên kurdistanê tevlî refên gerîla bû.

Dîlan xwest ji aliyê leşkerî de xwe baş perwerde bike ji bo karibe, bersivê bide dijmin, armancên xwe yên azadiya gelekî pêkbîne.

Demekê bi fermandara leheng a artêşa me ya jinê ya azad şehîd Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) re têkoşiya, ji tecrûbeyên wê yên leşkerî û îdeolojîk sûd girt, di kesayeta xwe de pêkanîn.

Hevrê Dîlan 27’ê Kanûna 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.

Em soz didin, emê armanca Rêberê Azad, Kurdistana Azad a hevrê Dîlan bi ser bixînin