Jin ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo daxwazên azadiyê bi awayekî xurt bînin ziman xwe amade dikin. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ‘Ji destpêka salên 2000’î şûnde bihara jinan dest pê kiriye. Li dijî serdestî û koletiya mêr ya seranserê dîrokê, azadiya jinan ku pêk tê’ ji bo têkoşîna azadiya jinê rojevîbûna xwe diparêze.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji dîroka ku bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Fikr, paradîgma û xeta azadiyê ya ku Abdullah Ocalan li dijî pergala Îmraliyê pêş xist di serî de ji aliyê jinan ve ji aliyê hemû gelan ve tê qebûlkirin. Di van rojên ku 8’ê Adarê nêz dibe de jin carek din li dijî newekhevî, zext û binpêkirinê ji bo daxwazên xwe bînin ziman wê dakevin qadan.
Me nirxandin û peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê kirine û dane berhev kirin.
Abdullah Ocalan diyar dike ku azadiya jinê hîmê esas yê têkoşîna azadiyê ye û wiha dibêje: “ Xebatên min yên ji bo azadiya jinê tên zanîn. Nêzîkatiya min ya li hember pirsgirêka jinê tê zanîn. Ez bi hiş û dile xwe nêzî jinê bûm. Nêzîkatiya min ya li hember jinê bi giştî li ser esasê azadiyê ye. Ev ji bo gel çawa ye ji bo jinê jî wisa ye ji bo mêr jî wisa ye. Ji bo ew di alî fikr û raman, siyasî û felsefî de azad bibin min kedek mezin da.”
‘Pirsgirêka jinê pirsgirêka desthilatdariyê ye’
Abdullah Ocalan tîne ziman ku Îdeolojiya rizgariya jinê ji bo azadiya jinê pêş xistiye û wiha dibêje: “Min xwe di azadiya jinê de aniye astek bi raye. Di mijara azadiya zayendî û jinê de wek felsefî di cihekî girîng de me. Pirsgirêka jinê di esasê de pirsgirêka desthilatdariyê ye. Fînansa kapîtal mirovan dixapîne. Tekel wisa cîhanê bi rêve dibin. Dema vê dikin jî qet hilberînê nakin û bi trilyon û katrilyon pere xerc dikin û vê dikin. finansa kapital dixwaze her tiştî di bin kontrola xwe de bihêle. Hûn xwe baş nas nekin hûn dikarin têbikoşin. Heta hûn di asta tasfiyeyê de ne. We bi kar tînin û hûn nizanin ku we çawa bik artînin. Fînansa kapîtal vê bi awayekî bi xof bi kar tîne. Her tişt li ser rekleman hatiye avakirin. Ya hûnê bikevin bin kontrola desthilatdariyê yan jî hûnê bimrin. Wekê din rêbaz tune ye. Jin wek alav tên bikaranîn.
Finansa kapîtal reda mirovahiyê ye. Ji ser zayendê li ser civakê xwe serdets dike. Li ser jin û civakê dibe desthilatdar. Min di rojnamegeyê de xwendibûn. Jinek doktor ku xwestibû ji hevjînê xwe yê leşker veqete bi 12 guleyan hatibû qetiklirin. Belê finansa kapîtal dibêje ‘ya tunê li dijî desthilatdariya min serî bitewînî yan jî tuyê bimrî’. Min behsa çanda tecawizê jî kiribû. Her roj destdirêjî li jinan tê kirin. Di çanda tecawizê de  ne hezkirin, ne rih, ne feraseta xweşik dimîne.
Dema hûn xwe nas bikin hûnê bibin xweda vend
Jin têgeha namûsê nizanin. Namûs ji Eko-nomos tê. Eko-nomos karê jinê ye, xwe dispêre hilberînê. Min berê jî gotibû xwedavend. Ev jî xwe naskirine. Bila jin dîrok xwe zanibin, dîroka xwe fêr bibin. Ger ku hûn xwe nas bikin hûnê bibin xwedavend. Divê ewil hûn çanda tecawizê çareser bikin. Hûn vê çanda tecawizê ya rojane jî çareser bikin her bijî ji we re.
Azadiya jinê azadiya civakê ye
Azadiya jinê azadiya civakê ye. Jin azad be civak jî azad dibe. Di feraseta min de ev heye. Divê jin ji alavbûnê derkeve û bibe kirdeya azad. Ger jin di asta kirdeye de bilind bibe wê civakê jî,bajr jî, gel, komunê jî azad bike. Jin azadiya xwe pêk bîne wê civak jî azad bibe û komunên azad jî bên avakirin.
Berxwedana jinan a 5 hezar salî heye
Ev pisgirêkek 5 hezar saliye û li dijî vê berxwedanek bi heybet heye. Lê jiyana ku divê bê jiyîn baş bê fêmkirin û xwe di vê esasê de nas bike. Bila di esasa azadiyê de nêzî min bibin. Ez di esasa azadiyê de nêzî jinan dibim. Bi qasî jinê divê gel û mêr jî xeta azadiyê esas bigirin. Min li Şamê ji keçan re digot. Çi dibe bila bibe di esasê azadiyê de bijîn û wisa nêzî mêr bibin. Di vê mijarê de min rexne dikin, ez jî mêr im bila xwe ji min jî biparêzin.
Nekevin têkiliyên bê nirx
Xwe ji van têkiliyan û ji vê mêrtiyê biparêzin. Tu carê nekevin têkiliyên erzan, bê nirx û bi êş. Divê jin xwe baş nas bikin û venasînin. Azadî divê teqez hebe. Azadî rewşa mêjî û rih e. Min her tim ji jinan re digot, ger azadiyê dixwazin bila wisa nêzî min bibin û ger hez dikin jî bila wisa hez bikin.
Divê jin pir bixebitin û pir xwe rêxistin bikin
Ez ji bo hemû jinan vê dibêjim: Ji bo ji bêdengiya 5 hezar salî xilas bibin divê xwe pêş bixînin xebatên girîng bimeşînin. Divê pir bixebitin xwe rêxistin bikin. Divê di mijara azadiya jinê de zayendperestî neyê kirin. Divê min baş fêm bikin.  zayendperestî bi qasî netewperestî û fikrên din bi xetere. Jin û keçên dibêjin em girêdayê te ne hene. Ger ku girêdayê min bin û di riya azadiyê de bin divê şoreşa siyasî û zîhniyetê ya jinan pêk bînin.  Bi tena serê xwe azadiya zayendê  têr nake. Ev mijarek baweriyê ye. Azadiya jinê wisa ne hêsane. Ez ê her tim piştgiriyê bidim wan. Ez bêtir aliyê fîkrî û felsefî ava dikin. Ez ji bo azadiya wan têdikoşim. Lê wek min got divê xwe rêxistin bikin û azadiya xwe pêş bixînin.
Ez di esasa azadiya jinê de jiyam
Jin gelek binirxin. Em kurên wan, destgirtî û hezkiriyên wan in. Ev ne bedenî ye, girêdayîneke rihî û fikrî ye. Di vir de girêdayîna rih girîng e. Ez di esasa azadiya jinê de jiyam û ez ê bijîm. Di PKK’ê de di vê mijarê de şerekî bi xof jî hat jiyîn. Ez ji hevalên mêr re vê jî dibêjim. Faşîzma herî kevn û êrîşkar, nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye.
Di vî alî de Partiya Jinê  a Azad îfadeya şoreşê ye. Divê li dijî vê rêzdarî hebe. Nêzîkatiyeke teng a zayendî ne raste. Divê rêzdarî hebe. Pêngava partîbûnê dîrokiye;Meşa jina ji mahkumbûnê berbi azadiyê meşiyaye. Xwegîhandina jina azad rumete. Bi awayekî şaş nêzî vê bûyîn bêrumetiye. Me hewl da em jinê ji nûve rabikin.
Jin wê bilind bibe û jiyan wê bi jinê xweş be
Mêr divê jinan pêşve bibin. Jin wê mezin bibin û jiyan jî bi wê xweş bibe. Divê mêr jî vê bi serbilindiyek mezin hilgirin. Dema li Şamê bûm keç dihatin û digotin em ê azad bibin. Lê  çavên wan dilîstin. Mêr jî dihatin ew jî wisa bûn. Min ji wan re digot ewil çavên xwe bigirin, kor bikin. Min digot li şûna vê çavên mêjiyên xwe zîhnên xwe vebikin û binêrin. Min digot ancax bi vî awayî dikarin pêş bikevin. Min digot wisa nebe ez we dikim der we hişyar dikim.
Ez qehremaniya jinê dizanim
Lîstikek mezin li ser jinan heye. Her kes ji çiyan dakevin jî, ew wê ji bo aştiyeke bi rumet têbikoşin û danekevin. Hûn berxwedana Berîtanê dizanin. Ji Dêrsîmê bû. Dema li ser zinar bû, pêşmerge dibêjin ‘were em te nakujin’. Lê ew teslîm nabe û xwe ji zinar de davêje. Wê xeta Berîtanê bişopînin. Ez nefere vê xetê me. Heta aştiyeke bi rumet neyê wê xeta xwe bidomînin. Jinên me gelek bi rumet û nirxin. Ez qehremaniya wan dizanim.
 Naskirina civakê, ji mêr hesab bipirsîn
Em di têkoşînek zehmet lê bi rumet de ne. Divê em şoreşa jinê bi hewldanek mezin bidomînin. Her roj di ser 8’ê Adarê re derbas dibe. Heta em hatine astek wisa ku, kesên di vê mijarê de xwe pêş nexînin nikarin bigihêjin jiyanê. Bêguman em wisa hêsan nehatin van rojan. Min nirxandin, diyalog û nîqaşên kûr meşand. Divê em vê hedefa xwe kûr bikin ‘civakê nas bikin, hesab ji mêr bipirsin û bi jiyanê re bên gel hev’. Em bi vê perspektîfê bimeşin em ê biserkevin. Wê serkeftin li alî me be.
Min çanda înkarê hilweşand
Min hemû zext ji hev derxistiye. Min di mijara jinê de çanda xwe dispêre înka rû îxanetê hilweşand. Ev îfadeya rêzdarya min ya li hember we ye. Ez vê bi metnên felsefî an jî hestên helbestwarî îfade nakim lê aliyê min yê li dijî zext û zorê bi heybete. Min pêşniyara xwe aniye holê. Ger daxwaza we ya pêxistina hezkirin, rumet û serbilindiyê hebe ez li vir im. Ez di bin sêdarê de ma. Ger hêza we hebe hûnê bixwînin. Ez bi azadiya jinan, rumta jinan bawer dikim. Ez parêzvanê vê me. Ez xwe wek karkerên hezkirinê didim nasîn. Ez ji bo we dijîm.
Divê tenêtî veguhere çavkaniya hêz ê
Bi wesîleya vê 8’ê Adarê me êş kişand. Gelo me jin pîroz kirin. Na. Divê em çavên xwe vebikin. Em vê rojê pir aixivin. Belê tenê axaftin têr nake. Divê bibe roja pêşxistina projeyan, roja pêkanîna xeyalên jiyanê, roja pêkanîna evîna xwe. Daxwaza min div ê esasê de ye. Divê tenêtiya xwe veguherînin çavkaniya hêz ê. Divê her mirovek koma wan, rêxistinek wan hebe. Li gorî min mirovên bê rêxistin tune ne.
Bihara jinan destpê kiriye
Dirûşmeya min ya îsal:Ji fikr û ramana azad û demokratîk re wêrek bin!Jinan di serdemên tarî yên şaristaniyan de tunebûnek giran jiyane. Ez vê şaristaniyê tarî, dibînim. Lê ji destpêka salên 2000’î şûnde bihara jinan destpê kiriye.Ji bihara jinan re ji azadiya jinan re hezar silav. Nasnameya min ev e, formasyona min eve, nêrîna min ya li hember jinê ev e. Ez hêzaxweser a jinê silav dikim. Di şexsê Viyan Soran de jinên têkoşîna ked û azadiyê didin silav dikim. Daxwaz û hêviya min bilindkirina têkoşînê ye.
Ez hewldana xwe ya ji bo azadiya jinê didomînin. Wek stêrk vejîna we silav dikim. Jin teminata rast a serkeftina demokrasiyê ye.  Bawer dikim ku jin wê 8’ê Adarê de serhildanek bi heybet bikin. Wê mîtîngên 8’ê Adarê bikin. Ez 8’ê Adarê pîroz dikim. Ji bo hemû kesên ji bo min hewl didin spas dikim, xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Ji her kesî re silav û rêzdariyên xwe dişînim.”