Şeva 23’ê Nîsanê li dijî saziyên çapemeniya azad Stêrk TV û Medya Haber êrişek pêk hat.

Ev êrişa qorsanwarî û derqanûnê ya polîsan bi çalakiyan tê protestokirin.

Roja Şemiyê li pêşiya qesra Edaletê ya li peytexta Belçîka Brûkselê mitîngeke mezin tê lidarxistin.

Mitîng bi şîara ‘Ti Kes Nikare Çapemeniya Azad Bêdeng Bike” li saet 13;00’an li Qada Plas De Justîs pêk tê.

Kedkarên çapemeniya Azad têkildarî mitîngê daxuyaniyek dan û ev bang kirin.

Ev êriş bi qasî êrişeke li dijî mafê agahîgirtinê yê Kurdan, bi tevahî li dijî azadiya çapemeniyê û nirxên demokratîk e.

Em weke rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, kedkarên çapemeniya Kurdistanî vê rewşê ti carî qebûl nakin û protesto dikin.

Di serî de sazî û dezgehên çapemeniya Belçîkayê, em bang li hempîşeyên xwe yên rojnamevan û raya giştî hemûyî dikin.

Li ber vê neheqiyê rabin û piştevaniya xwe bi çapemeniya Kurd re nîşan bidin.

Em her kesî vedixwînin mitînga xwe.

Piştevaniya we wê hêzê bide me.

Ji bo tevlîbûna mitîngê sazî û rêxistinên Kurdistanî jî bang kirin.

Di daxuyaniya KCDK-Ewrûpa û TJK-Ewrûpayê de wiha hat gotin.

Êrişa li Belçîka ya li dijî çapemeniya azad.

Li Fransa serdegirtina navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy.

Û malên endamên me, êrîşeke birêxistinkirî ya li dijî gelê Kurd e.

Bang li dewletên Belçîka û Fransayê dikin ku dest ji van kiryara xwe beridin.

Her wiha ji tevahiya gelê xwe dixwazin ku beşdarî mitînaga 27’ê Nîsanê ya li Brûkselê bibin.

CDK-F û TJK-F’ê zexta li Fransa ya li ser aktîvîst û welatparêzên Kurd şermezar kirin û biryara çalakiyan da.

CDK-F û TJK-F, ragihandin ku li pişt binçavkirin, serdegirtinên sazîyên Kurd û li pişt serdegirtina li studyoyên Medya Haber TV û Stêrk TV Fransa heye.

Saziyan got, Ev rewş bazara bi dewleta Tirk re ye ku dixwaze şer derbasî Ewropayê bike.

CDK-F û TJK-F bang li Kurdan kirin ku 27’ê Nîsanê de, li qada La Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê kom bibin û dijberiya xwe nîşan bidin.