Ahmet Tamîr sala 1994’an de li Amedê hat girtin.

Dadgeha DGM’ê ya dewleta Tirk bi bihaneyên siyasî cezayê muebedê lê birî.

Tamîr di ciwaniya xwede ket zîndanê.

Dema binçavkirinê li hemberî îşkenceyen pir giran li ber xwe da.

Ahmet Tamîr 30 salan bi dore li zindanên Amed, Dîlok, Çewlîg, Karaman û Kayseriye ma.

Piştî 30 salan ji Girtîgeha Bunyan ya Kayseriye derket.

Ahmet Tamîr piştî hat berdan yekser bere xwe da ware xwe Amedê.

Girtiye 30 salan ji hêla malbata xwe, rêveberên DEM Partî û TUHAY-DER’ê ve hate pêşwazîkirin.

Girseya gel ji bo azadiye kevok firandin.

Ahmet Tamîr got; Aliyekî min birîndare ji bo em wî alî jî derman bikin em ê heya dawî têbikoşin