Wekîla HDP’yî Guven ku di greva birçîbûnê de ye got, “Pîvana me berxwedana li dijî faşîzmê ye.” Guven diyar kir, pêwîstiyeke mezin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Leyla Guven ku berî niha bi 21 rojan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, bersiv da pirsên rojnameya Yenî Yaşamê.

Guven diyar kir ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e û got, “Berxwedana lehengî ya li vê girtîgehê hate kirin, hêzeke mezin dide min.”

‘PÎVANA ME BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YE’

Guven bal kişand ser cezayê mehekê yê ‘bêparhiştina ji kar’ a piştî destpêkirina grevê lê hate birîn û got, “Herî dawî du caran li ser hev cezayê ‘Nabe ku li nava saziyê bi berdêl bixebite’ birîn. Ev mesaj dan min; ‘Em we weke wekîlekê nabînin’. Ji wan heye ku bi vî rengî biçûk dixînin. Xuya ye fêhm nekirine. Ez, em li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Berxwedêr hêja ne, bi rûmet in. Pîvana me ew e, li ku dibin bila bibin em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.”

LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Guven got, rojeva tecrîdê ji bo wan girîng e û wiha dewam kir: “Ji bo tecrîd hîn bêhtir bikeve rojevê, li taxan civînên gel dikarin bên kirin. Girîng e ku ji gel re bê vegotin. Nêrîn û pêşniyarên gel bandorê li pêvajoyê dike. Hemû qonaxên tecrîdê, asta heyî ya sîstema Îmraliyê hîn bi zelalî dikarin bên vegotin. Polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’ê ya ji bo girankirina tecrîdê, bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, rola Birêz Ocalan û hîn gelek mijarên din dikarin bi gel re bên nirxandin. Bi dîtina min karên bi vî rengî wê kêrhatî bin.”

‘PÊWÎSTÎ BI BIRÊZ OCALAN HEYE’

Guven işaret bi girîngiya rakirina tecrîdê kir û anî ziman ku di şerê 40 salî de hemû rê û rêbazên îmhakirinê hatine bikaranîn, lê bi ser neketine.

Leyla Guven diyar kir, di pêvajoya çareseriyê de gelên Tirkiyeyê hewldan û îradeya Birêz Ocalan a ji bo çareseriyê dîtin û got, “Piştî ku hêza Ocalan a li ser civakê hate dîtin, tecrîd şidandin. Birêz Ocalan nasnameyeke polîtîk e. Ya ku zorê dide AKP’ê jî ev rastî ye. Pê zanin bê gotinên wî, peyamên wî çawa rojeva civakê diyar dikin. Zanin ku dikare rê li ber guherîn û veguherîna dîrokî veke, lewma tecrîd kirine. Ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi Birêz Ocalan heye. Peyama ji wî were wê gelekî girîng be. Divê parêzer û malbat karibin wî bibînin. Daxwaza min rakirina tecrîda girankirî ye.”

Guven got, eger rakirina tecrîdê misogeriya jiyana hevpar a gelan be, mayindebûna aştiya civakî be, hingî divê ji bo Birêz Ocalan jî mîna lîderê Afrîkaya Başûr derfet bên dayin ku karibe bi gelê xwe re têkoşîna demokratîk bike.

Guven diyar kir, rê û rêbazên têkoşînê yên Ocalan dewlemend in û got, “Bicihanîna nêrînên wî wê pirsgirêkan çareser bike.”a