Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Apo û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi boneya rojbûna Rêber Apo li ser platforma dijîtal sempozyûm pêkanîn.

Rektorê berê yê Zanîngeha Damanhour a Misirê Prof. Dr. Mihemed Rifat El Îmam, Hevserokê Zanîngeha Kobanê û endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Şervan Muslim, Koordînatorê Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan Dr. Îlhamî El Melîgî û hejmarek akademîsyenên Ereb û Kurd beşdar bûn.

Ji parêzerên Rêber Apo Mazlûm Dînç da zanîn Rêber Apo 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û wiha got. Ji 25′ Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin.

Me gelek caran bi Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re têkilî danî. Her saziyan pêşniyara hevdîtina parêzer, malbatan kirin, lê Tirkiyê qebûl nekir. Mercên Abdullah Ocalan tê de ye ji yên Nelson Mandela dijwartir in. Hêzên piştgirî didin Tirkiyê, ji bandora fikrên Rêber Apo gelekî ditirsin. Divê bi Abdulah Ocalan re hevdîtin çêbe.

Zanyarê siyasetê Dr. Taha Alî jî got: Bêguman li Rojhilata Navîn gelek zaniyar derketine, lê Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şensek e. Ew xwe dispêre mîtolojiyê û wekî rêbaz, destpêk û qonaxa xwe digihîne heqîqetê.

Nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîcî da zanîn:

Ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin tê meşandin. Di nava gelê Ereb de, şikandina tecrîdê, azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd her ku diçe zêdetir dibe. Hêviya wan ewe di demeke nêz Rêber Apo azad bibe, gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixin.

Dr. Sahar Ehmed jî bal kişand ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û got: Azadiya jina Kurd bi jiyana mirovan ve girê dide. Statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê, dît ku azadiya jina Kurd azadiya Kurdistanê ye. Lewma azadiya jinê bi azadiya welat ve girêdide. Ev jî dibe sedema pêşketina civakê û hêzê dide civakê.

Prof. Dr. Mihemed Rifet El Îmam jî dibêje: Rêberê Afrîka Başûr Nelson Mandela li dijî polîtîkayên nijadperestiyê yên li Afrîkaya Başûr têdikoşin kir. Abdullah Ocalan jî li dijî polîtîkayên nijadperestiyên Tirk ên li dijî gelê Kurd têkoşîn kir. Divê 4’ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Prof. Dr. Sîfan Seîd jî wiha got: Abdullah Ocalan bi model û têkoşîna xwe beşeke mezin a civakê guhertiye. Fikir û nêrînên wî bandor li gelên Rojhilata Navîn kir, ji bo zihniyeta kevnar biguherîne û ji bo kesên dixwazin azad bibin kesayetek nû biafirîne, rol lîstiye. Tu kes nikare van guhertinên erênî yên mezin bi taybetî li gel jinên Rojhilata Navîn înkar bike.

Dr. Ehmed Enbiyuh jî dazanîn Rêber Apo bi pêşkêşkirina neteweya demokratîk gaveke mezin di têgîn de avêt.

Parêzer Dr. Ehmed Receb jî da zanîn, tecrîda li Îmraliyê hemû qanûnan derbas dike, lazime, hiqûqnas, akademîsyen û herkes zextê li dewleta Tirk bikin û Birêz Ocalan azad bibe.