Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li dijî dagirkeriyê de daxuyanî da û wiha got:

Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe, pêşî bi çalakiya sabotajê li wan dan, paşê jî bi çekên ferdî.

Di encamê de, çeka ferdî ya tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin.

Lê artêşa Tirk a dagirker wekî her car, windahiyên xwe veşart.

Hate tespîtkirin, çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin.

Em rastiya medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.

Li ser çalakiyan jî HPG’ê got:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

4’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

8’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.

Li ser êrişên dewleta Tirk ên bi teqemeniyên qedexe jî HPG’ê got:

5’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê.

6’ê Nîsanê li heman herêmê tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.

Li ser êrişên artêşa dewleta Tirk jî HPG’ê got:

Di navbera 4’ê Nîsanê û 8’ê Nîsanê, li herêma Metîna qadên Serê Metîna, Banka, Bêşîlî 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Gûzê 7 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 14 caran bi giştî 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5’ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.