Akîf Tolhildan, Zinar Raperîn û Sîpan Kobanê, di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûn û li paytexta Avûstûrya Vienê hatin bibîranîn.
Merasima bîranînêbi pêşengiya Dem Kurd hate pêkanîn û piştî rêzgirtinê, sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Li Elmanya payîtext Berlînê jî, Şehîd Bager Nûjiyan-Mîchael Panser hate bibîrnaîn.
Merasim, bi pêşengiya Komuna Ciwanên Enternasyonel, di 5mîn salvegera şehadeta Bager Nujiyan de, li Regenbogen Kîno hatê pêkanîn.
Ligel Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlînê, girsyeke qerebalix tevlî bîranînê bû
Piştî rêzgiritnê. sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bager hate pêşandan.
Hevalên Şehîd Bager helbestên şehîd Bager nivîsaîbûn xwendin.
Piştre stranên şoreşgerî hatin gotin û şanoyek hate pêşendan.
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Şehîd Bager Nûjiyan 14’ê Kanûna 2018’an di êrîşên hewayî yên dewlata Tirk de, li Herêmên Parastina Medya de şehîd bûbû.