Şaredariya Wanê ku salên dûr û dirêj e di destê qeyûm de ye û li nava deynan de ye. nikare deynên xwe bide, avahiya Şaredariya Wanê hate heciz kirin.

Hat diyar kirin ku Dadgeha Îcrayê heciz danî ser avahiya bingehîn ya şaredariyê.

Qeyumê xespkar, bi riya parêzeran xwest heciza li ser avahiya şaredariyê bê rakirin û midûriyeta goristanan ya li taxa Akkopru ya şaredariyê bê desteserkirin.

Hevpara xwediyê deynan, pêşniyara qeyum qebûl nekir.

Parêzeran destnîşan kir ku eger şaredariya qeyûm deynê xwe nede, wê neçar bimîne ku avahiya şaredariyê vala bike, yan jî di berdêla deynê xwe de maleke xwe yê din pêşkêş bike û ji heczê rizgar bibe.

Li gorî qanûnê, hevparên ku şaredarî deyndarê wan e, dikarin hecizê deynin ser wesaitên kar, erazî û avahiyên şaredariyê û dikarin avaniya şaredariyê bidin ber firotinê.

Li gorî agahiyan, qeyumê Şaredariya Wanê, bi 4 milyar Lîreyên Tirkî deyndar kiriye.