Ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalanl re Azadî, ji pirsgirêka kurd ra çareseriya siyasî’ ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hevpar destpê kir, ji beşên cuda yên qada navneteweyî piştgirî dewam dike.

Ji tevgerên civakî yên li Belçîkayê aktîvîst Dîego del Norte ji ANF’ê re axivî û got: “Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo lêgerînerên cîhaneke nû bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. ”

Dîego del Norte destnîşan kir ku kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha pê de çû:

, “Ji deverên cuda yên cîhanê, mînak mirovên li Hindistan, Fîlîpîn, Kolombiya, ji herêmên cuda yên Ewropayê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan weke îdeolojiyeke sûdwergirtinê dibînin. Bi dîtina min, paradîgmaya Abdullah Ocalan gelekî wêrek û çavkaniya sûdwergirtinê ye, nîşanî me dide ku em bi pirsgirêkên heman rengî re rû bi rû ne. Bi taybetî mijarên netewe dewlet, sînor, nasnameyên cuda yên dema dawî timî dikevin rojevê gelekî girîng in. Li hemberî van pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide.”

Del Norte destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê li her derê têkoşîn bê meşandin. Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Her wiha xwendina berhem û fikrên Ocalan wê bi kêrî me bê. Abdullah Ocalan di heman demê de nivîskarekî hilberîner e ku têkildarî dema heyî xwedî fikrên kûr e.”