Jinên kurd ji dîrokê heta niha bi têkoşîn û sekna xwe ya jiyanê hêviya di nava civakê de her zindî hiştine. Her tim li dijî zihniyeta nasnameya wan tune hesibandiye li berxwe dane. Yek ji wan jinên têkoşer ku di jiyana xwe de her tim têkoşîn ji xwe re wekî sembolekê hilbijartiye jî dayika Uveyş ango Uveyş Ocalan e.

Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1922’yan de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye.

Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike.

Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku ew kujer were cezakirin.

Dayika Uveyş di heman demê de jî li dijî zihniyeta baviksalar li berxwe dide. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimre. Keçeke dayika Uveyş ji hevjînê wê yê yekem hebû. Dayika Uveyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere cem malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice.

Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4’ê Nîsana 1949’an de Abdullah Ocalan tîne dinê.

Dayika Uveyş jî têkoşîna li dijî nexweşiya xwe dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11’ê Nîsana 1993’yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.

Rêber Abdulah Ocalan derbarê dayika xwe de hin nirxandinan dike.

Di yekem salvegera koça dawî ya dayika xwe de bi gotina, “Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî kiriye, dayika min e.’

Rêber Ocalan di nirxandinên xwe yên paşê de, destnîşan dike ku dayika wî li ser tevahî jiyan û têkoşîna wî bandorek pir mezin kiriye û wiha dom dike:

“Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bêhempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî esas maf wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandan e.”