PDK’ê rêya Mexmûr-Hewlêrê li xelkê wargehê girtiye û ev 13 roj in ambargoyê li ser wargehê pêk tîne.

Li Hewlêrê piştî çalakiya 17’ê Tîrmehê ya li dijî xebatkarên konsolosxaneya Tirk a li resturanda Huqqabazê, asayîşa PDK’ê rêya Hewlêr-Mexmûr girt û ev 13 roj in nahêle kes ji wargehê derbikeve.

Ev 13 roj in li ser wargehê ambargoyek pêk tê û destûr nayê dayîn ku kesek ji wargehê derbikeve.

NEXWEŞ Û KARKER MEXDUR IN

Hêzên PDK’ê ku destûr nadin karkerên li Hewlêr kar dikin ji wargehê derbikeve û li aliyê din nahêle nexweşên giran jî bikevin Hewlêre.

Netewên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê ji bo rakirina ambargoya li ser wargehê ketine dewrê.

JI DU KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Hêzên asayîşa PDK’ê bi ser gelek malên Mexmûrî û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê de giritbûn. Agahî ji du kesên ku hatine destgîrkirin nayê girtin.

Li aliyê din tevgera balafirên şer û keşfê li ser wargehê didome.