Dewleta Tirk xwest bikeve gundê El Bohîc ê dikeve rojavayê Kantona Minbicê

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên Cebhet El Ekrad bersiv dan êrişê.

Li xeta El Sacûr şervanan dor li dewleta Tirk girtin.

Di encamê de şer derket, heta niha jî şerê li eniyê dewam dike.

Şervanan li bakurê Kantona Minbicê jî êrişa dewleta Tirk têk birin, nehiştin dagirker bikevin gundê Ewn Dadat.

Hate zanîn di şer de dagirkerek hatiye kuştin