Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevseroka DEM Partiya Amedê Pinar Sakik Tekîn ji ANF’ê re axivî û got;

Me amadekariyên ji bo Newrozê temam kirine.

Em ê Newroza Amedê bi coş pîroz bikin. Werin em bi hev re agirê Newrozê dadin.

Pinar Sakik Tekîn, anî ziman ku li Amedê bi atmosfera hilbijartinên herêmî wê Newrozê hîn bi coş pîroz bike û got;

Emê Newroza îsal bi dirûşmyea ‘Rabe, dema azadî û serketinê ye’ pîroz bikin.

Ji bo ev tecrîda ku jinan, zarokan, girtiyên nexweş dîl digire û ji Îmraliyê destpê kiriye û li nava gelê me belav bûye, em ê li qadan bin.

Ji bo çareser kirina hemû krîzan bi taybetî jî pirsgirêka Kurd em ê li qadan bin.

Pinar Sakik derbarê tedbîrên ku li qada Newrozê girtine jî axivî û got; Me tedbîrên xwe hemû girtine.

Ji bo Newroza mezin bi gelê xwe re pîroz bikin em amade ne.

Weke DEM Partiyê em xwedî paradîgmayekê ne ku civakê hemû hembêz dikin.

Em ê li gel namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, parlamenter, hevserokên me yên bajar û navçeyan û rêveberên partiya xwe li qadê bin.