Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas diyar kir ku Newroz mizgîniya azadiyê ye û got: “Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”
Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas anî zanîn ku Sêrt û Botan jî weke hemû Kurdistanê keleha berxwedanê ye û got;
Li Botanê Newroz her dem bi coş derbas bûye. Yekemîn guleya li Dihê hate avêtin, hem di aliyê siyasî de, hem di aliyê berxwedan û serhildanê de di nava gelê Botanê de cihê xwe girtiye.
Em ê wê guleya yekemîn bikin agirê Newrozê û bikin serfirazî û nîşaneya serketinê.
Mehmet Can, ji bo amdekariyên Newrozê jî got;
Nêzî 8 salan e, qeyûm Sêrtê tu kar nekiriye, Qada Newrozê jî bê xwedî maye.
Me, pirsgirêkên li qadê çareser kirin. Em ê rojek beriya Newrozê qadê bixemilînin û karên teknîkê jî bi dawî bikin.
Bila gumana tu kesî nebe, gelên Sêrtê wê di 20 Adarê de Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin û mesaja xwe û daxwaza xwe ya azadiya Rêber Ocalan û çareser kirina pirsgirêka Kurd bide.