Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgîrt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û destnîşan kir ku wê bi biryardariyeke mezin serketinê bi dest bixin.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Malazgîrt bi rêya bêtêlê salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li gerîla, girtiyên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir. Malazgîrt destnîşan kir ku wê bi biryardariyeke mezin serketinê bi dest bixin.

Amed Malazgîrt di destpêka peyama xwe ya pîrozbahiyê de wiha axivî: “Em 37’mîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li mîmarê azadiyê Reber APO, li gelên Kurdistanê, li hevalên ku li zindanên dewleta Tirkiyeyê li ber xwe didin, li gerîlayên azadiyê û li malbatên şehîdan pîroz dikin. Bi vê wesîleyê di şexsê fermandarê me yê mezin hevrê Egîd, pêşenga fedayîtiyê hevrê Zîlan û di roja îro de di şexsê pêşengên pêngava Bazên Zagrosê fermandar Serhed Giravî, Şerzan Qaşurî, Diyana, Ekîn, Delal, Bawer, Çekdar Giravî, Vejîn, Mûnzûr, Mizgîn, Rustem û  Şoreş de şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember van şehîdên qehreman ditewînîn. Soza serketina ku me daye şehîdên xwe em dubare dikin. Bi biryardariyeke mezin em dibêjin, em ê serketinê dest bixin.”

’15’Ê TEBAXÊ JI BO GELÊ KURD BÛ JIYANEKE NÛ’

Malazgîrt axaftina xwe wiha dewam kir, “Di sala 1984’an de li Dihê û Şemzînan di pêşengtiya hevrê Egîd de çalakiya ku hate li darxistin li cîhanê deng veda. Çalakiya pêngava 15’ê Tebaxê di cewherê xwe de li hember zilmkariya dewleta Tirkiyeyê ya faşîst a dîktator, li hember hêzen îxanetkar ê komprador û li hember zîhniyeta Kurdên ku koletî û xizmetkirina dijminê xwe ji bo xwe qebûl kiriye hatiye li darxistin. Wek tol girtin û serhildanekê di rastiya PKK’ê de xwe da der. Her wiha di serî de li Botanê û piştre di tevahî erdnîgariya Kurdistanê de stratejiya şerê çekdarî bi pêşxist û  her ku çû xwe fireh kir. Heta roja îro li Kurdistanê gerîlatî li ser xeta pêngava 15’ê Tebaxê û ruhê hevalê Egîd dimeşe. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd ê ku di mezelên betonkirî de bêhenase hatibûn hiştin, bû jiyaneke nû.”

‘ÎRO JIN A KURD DI BIN SÎWANA YJA STARÊ DE XWE BI RÊXISTIN KIRIYE’

Amed Malazgîrt di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser tesîrên pêngava 15’ê Tebaxê yên li ser têkoşîna jina Kurd û wiha got; “37 salên dagirtî me li pey xwe hişt. Em dikevin sala 38’emîn. Di nava van 37 salan de bê navber şerekî dijwar, dagirtî û bi ezmûn li hemberî artêşa dewleta Tirk a ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê ye heta roja îro jî tê meşandin. Di encama şerê van salan de gelên Kurd desketiyên gelek girîng bi dest xist. Îro bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO li ser xeta modernîteya demokratîk û azadîxwaziya jinê pêşengtiya gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê dike. Ev tê wê wateyê ku Kurdên azad, mirovê azad bûye numûneya mirovahiya azad. Çawa ku van salan ji bo gelê Kurd destketiyên mezin bi destxistin, her wiha pêngava 15’ê Tebaxê ji bo jina kurd jî bû bingeha vejînê û xwe ji nû ve avakirinê. Îro jina Kurd, di bin sîwana Tevgera Azadiya Jinê û YJA-STAR’ê de, xwe bi rêxistin kiriye û xwe kiriye artêş. Îro li ser erdê, li ser esasê felsefe û bîrdoziya jina azad, bi fedekarî û bi fedaiyîtî li her qadê têdikoşe.”

‘EW MIROVÊN TIRSONEK XWE LI HEMBER VÎN Û ÎRADEYA GERÎLA NIKARE BIGIRE’

Amed Malazgîrt got, “Bi alîkariya NATO û Kurdên hevkar dixwazin me tune bikin” û wiha pêve çû; “Çawa ku di 37 salan de dijminê me li hember ruhê Egîdan, xeta Zîlanan  bi serneket, îro weke gurekî dev bi xwîn careke dinê destketiyên gelê Kurd û her Kurdekî ku dibêje ez dixwazim azad bijîm hedef girtiye. Di şexsê Rêberê me de li ser tevger û hemû gelê me bi wahşetekî mezin êrişên xwe yên nijardperestî û dagirkeriya erdnîgariya Kurdistanê dimeşîne. Bi taybetî di 23 û 24’ê Nîsana vê salê de, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi tevgereke dagirkeriyê ya nû kir. Bi alîkariya hêzên NATO û Kurdên hevkar dixwazin tevgera me tesfiye bikin. Di milekî de tecrîda li ser Rêbertî di Îmraliye roj bi roj kûrtir dikin û hemû mafên mirovan binpê dikin û di milekî de jî li zindanên Tirkiyeyê, îro êşkence û tecrîdeke mezin li ser hevalên me didin meşandin. Her wiha li hember gelê me pêlên nijardperestiyê, hêrs û nefretê pêş dixin. Li hemberî gerîlayên azadiyê teknolojiya herî pêşketî ya cîhanê bi kar tînin. Vê yekê ji bo tesfiyekirina Kurdê azad û Welatê azad pêş dixe. Dixwazin careke dinê gelê Kurd di nava rûpelên dîrokê de wenda bikin û bê maf bihêlin. Îro li ser çiyayên Zagrosan bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê û di pêşengtiya şehîdên me de  berxwedana gerîla û gelê me bi pêş dixe hemû hesabên dagirkeran pûç kiriye. Berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Dijminê ku digot, ez ê biçim, wan tar û mar bikim, qir bikim û di demeke kurt de wan ji axa wana derbixim, îro li hemberî berxwedana hevalên me teviziye û bêçare maye. Ji ber ku heqîqeta erdnîgariya Kurdistanê encex mirovên bi vîn,  biwêrek û fedaî dipejirîne. Ew mirovên tirsonek xwe li hember vîn û îradeya gerîla nikare bigre. Ev çiya mirovên wisa napejirîne. Lewma îro di çeperên şer de Bazên Zagrosan nêçira roviyan dikin.”

‘ASTA SERKETINÊ YA ŞERÊ ME WÊ AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIYAR BIKE’

Fermandar Amed Malazgîrt bi dewamî got, “Em ê erka xwe ya dîrokî bi serketî bi ser bixin” û wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Di çarçoveya pêngava Bazên Zagrosê de li Xakûrkê, li Geverê, li Zap li xeta Cîloyê Biçûk û Qela Bêdewê, li Avaşîn bi taybetî jî li Girê Sor û deverên Werxelê, dîsa di çarçoveya pêngava Cenga Xaburê de, li Metîna û Heftanînê berxwedan derketiye asta jor, lê helbet tenê ev berxwedan wê têrê neke. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta  AKP-MHPê yên faşîst êrîşên xwe didomînin. Lewma li gel berxwedanê, divê di êrişê û terzê lêdanê de jî em xwedî biryar û îdîayên mezin bin. Di bikaranîna erdnîgariyê de, di teqtîk û terzê xwe yê tevgerê de divê em xwe bigihînin gerîlatiya pispor. Bi kîn û nefreta hezar salan tol ji hemû hêzên ku qirkirina gelê Kurd  ji xwe re kirine armanç bigrin. Asta serketina şerê me wê azadiya Rêber APO ya fîzîkî bi dest bixe, her wiha hêviyên gelê me yên azadiyê û Kurdistaneke azad ku xeyala her mirovekî Kurd e wê bi ser bixîne. Lewma me îro di çeperên şer de erkekî dîrokî hildaye ser milên xwe û çavê gelê me û dinyayê li ser gerîlayên azadiyê ye. Em weke gêrîlayên azadiya Kurdistanê, ji her demê zedetir pêwîst e vê erka xwe ya dîrokî bi cîh  bînin. Bi mûnasebeta  vê rojê, berxwedana hevalan a ku çepêrên şer de bi pêş dikeve, bi ruhê 15’ê tebaxê pîroz û silav dikin. Em bawer in ev berxwedana hevalan a li herêmên medyayê, li Zagrosan, li Botan, li Amed, li Serhed, li Dersim û heta çiyayên Amanosan bedel çi dibe bila bibe wê bi ser bikeve û serketin wê ya me be. Li ser vê bingehê em careke dinê soz didin Rêbertiya xwe, gelê xwe û hevalên xwe yên şehîd; em ê erka xwe ya dîrokî bi ser bixînin. Careke dinê em hemû hevalan pîroz dikin û di berxwedana wana de serketinê dixwazin.”