PDK, bi dewleta Tirk re bi propagandaya reş û plana li ser derewan dixwaze gelê herêmê li dijî gerîla bike qorîcî.

Ev ji zû de ye hêzên taybet ên bi ser PDK’ê ve, li nehyeya Şêladizê ya Amediyê bi tevgereke zêde ye. Meraqa wê dihate kirin ku li pişt plana Reçbiraxa çi heye ku kanên nêzî PDK’ê ev dane bihîstin û ev plan di navbeyna PDK û MÎT’ê de bûbû danûstandineke zêde. Dawiyê me xwe gihande berfirehiya vê plana Reçbiraxa ya di navbeyna PDK’ê û MÎT’ê de.

Diyar bû ku PDK bi giregirên eşîrên herêmê re rûniştiye û gotiye heke li herêma Reçbiraxa bi cih bibe, ji xeta Banista û Nêrwe heta bi Geverê wê deriyekî nû yê sînor veke û gelek wehdê aborî daye û ji bo ku li Reçbiraxa bi cih bibin ji eşîrên herêmê xwetin ku bi PDK’ê û MÎT’ê re tevbigerin. Ji ber ku li vir xala kilîd qada Reçbiraxa ye .Derkete holê ku bi vê çarçoweyê bi rêya PDK’ê û MÎT’ê, ji du aliyan ve, bi eşîrên Şêladizê Yên Başûr û eşîrên Bakur re hev dîtine.

Li ser sînorê Behdînanê sê deriyê sînor hene. Deriyê Xabûrê ku ji Şirnex/Silopya li Duhok/Zaxo vedibe, Deriyê Serzêr ku ji Çelê vedibe ser Kanîmasiyê û Deriyê Zêtê ku ji Gerdiyan veibe li Mêrgasorê.

*Deriyê Sînor ê Serzêr piştî ku baregeha Tirk hate avakirin tenê ji bo desteka lojîstîk û teqwiyeya leşkerî ya li baregehên Tirk hate bikaranîn.

*Deriyê sînor ê Zêtê tenê bikêrî wê tê ku desteka lojîstîk û teqwiyeya leşkerî  li baregeha Tirk a li Lêlikanê bike.

*Rewşa deriyê sînor a Xaburê jixwe ji hêla her kesî ve tê zanîn, ne hewceye mirov behs bike.

Niha projeya deriyê sînor ku behsa wê tê kirin çi fonksiyona xwe heye û wê çi feydeyê bide gelê herêmê? Wê ji van cihê be?

Beriya her tiştî plana li vir bi rengekî aşkere tê xuyakirin ku dagirkeriya heyî were mayindekirin û armanca xwe tenê ew e ku kirasekî fermî lê were kirin. Ji Şeladizê heta bi Geverê çêkirina rê ya bi sedan kîlometre a li van herêmên asê wê milyonan dolar pere lê biçe.

Li aliyê dî, PDK, ji bo ku kontrola vê herêmê bi dest bixe, beriya niha jî hatibû rojevê ku hêzekê ji şêniyên herêmê ava bike. Dev i dahataya wê ya aborî biqrein li vir hewldana avakirina koloniyekê heye. Bi kurtasî em dikarin wiha tarîfa wê bikin; wê xaka we were dagirkirin, ji bo çêkirina rê wê bac ji we were standin, ji bo ku ewlehiya xwe wê çek bidin dest we û bixwazin ku hûn li dijî gerîla şer bikin û sirûşta we were talankirin .Dawiya vî karî wê sûdeke we ji vê heeb? Niha em bi hêviya we ve dihêlin bê ka ev feyde ye an zirar.

Xaleke dî ya girîng ew e ku geliyê Balinda û xeta Çemço ji turîzmê re were vekirin. Dewleta Tirk, ji 2016’an û wir ve li geliyê Balinda heta bi Reçbiraxa, Kunişka, Kinyaniş, Mervanos û Nêrwe gelek êrîşên hewayî anîbûn û bi dehan sivîl qetil kiribûn. Li herêmên hatin gotin halê hazir ti jîgeh nînin. Welatî ji bo tirî, gwîz û sewalkariyê havînî li gel êrîşên Tirk jî diçûne van herêman. PDK, sala 2019’an piştî Şeladizê çûna geliyê Balinda jî qedexe kir, ango piştî ku mirov ji niqteya asayişê ya PDK’ê ya li têketa geliyê derbas dibe êdî ti ewlehiya mirov a jiyanî namîne. Gele heremê ji vê rewşê pir ne xweş e, PDK jî ji bo ku vê bike ferend li pey lîstikên cuda ye. Dibêjin ev der wê li turîzmê werin vekirin lê heta ku gerîla hebin ev proje pêk nayê, bi vê dixwazin gel li dijî gerîla rêxistinî bikin û dixwazin pergala qorîcitiyê ya li Tirkiyê li vir jî pêk bînin.

PDK’ê Tîrmeha 2020’an ddema xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Şêladizê bi giregirên eşîrên herêmê re rûniştibû. Berpirsê PDK’ê yê Amediyê Omer Oreyî gotibû,”Ciwanên li herêmê ti karê wan nîne, xeyalên xwe jî mezin in, ji bêkariyê hikûmetê berpir dibînin, em li ser formulekê rawestiyan, em tûgayekê li hêzên Pêşmerge zêde bikin em dikarin vê meseleyê çareser bikin”. Lê tişta balkêş, piraniya mirovên herêmê Pêşmerge de û ji bo ku ev nêzî du salan in meaş netandibûn xwepêşandanan kiribûn. Piştre hatibû fêhmkirin pergala qorîcitiyê li Başûr bi detê PDK’ê wê bihata şixulandin û maşê wan jî dewleta Tirk bidaya.

Tişta ku niha tê kirin jî rengekî dî yê eynî lîstikê ye. Dewleta Tirk li bara Kurdan nikare bi comerdî tevbigere, mînaka Efrînê li ber çavan e .Dema ku ev der hate dagirkirin bi hemû sirûşta xwe wê were talankirin. Li dijî vê divê her kes hesabê xwe xweş bike. Em hêvî dikin giregirên eşîrên li Şêladizê vê rewşê xweş fêhm bikin û nebin parçeyek ji vê planê