Ji ber salvgera şehîdbûnê ya gerîlaya PKK’ê Andrea Wolf (Ronahî) ku 23’yê Cotmeha 1998’an li Şaxê ya Wanê şehîd bûbû li Elmanyayê bernameya bîranînê didome.

Şoreşgera enternasyonalîst û endama YAJK’ê Wolf îro li bajarê wê Munîhê bi xwepêşandaneke girseyî wê were bibîranîn. Ji bo ku balê bikişînin ser wê ku Wolf bi çekên Elman yên ku dane artêşa Tirk şehîd bûye wê çalakî bi ”Çekan bes bifiroşin Elmanya” wê were çêkirin.

Lê beriya xwepêşandanê ya ku platforma ‘Destê xwe ji ser Efrînê bikişînin” organîzeya wê kiriye, ku di nav platformê de gelek sazî û dezgehên Munîhê jî hene, polîsên Elman qedexe anîn. Polîsan diyar kirin ku di xwepêşdanê de qedexe ye ku wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.
Diyar bû ku organîzatorên xwepêşdanê duh li dijî qedexeyê serî li dadgehê dan. Organîzatoran diyar kirin qedexe tê maneya ku serê xwe ji rejîma Erdogan re ditewînin û gotin polîsa xala 5’an a destûra Elmanyayayê, ku azadiya derbirînê mîsoger dike, binpê dikin.

Xwepêşandana ku gelek sazî û dezgeh destekê didinê îro saet 13.00’an li navenda Munîhê li ‘Marîenplatz’ê wê çêbibe.

ANDREA WOLF KÎ YE?

Andrea Wolf a ku li Munîhê jidayik bûye, destpêka sala 1997’an û Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Li çiyayên Kurdistanê navê ‘Ronahî’ li xwe kir. Bi taybetî ev nav li xwe kiribû, ev nav 1994’an navê kod Bedriye Taş bû ku li  gel Nîlgûn Yildirim (Bêrîvan) Newroza 1994’an ji bo zext û qedexeya dewleta Elman şermezar bike bedana xwe dabû ber êgir.

Wolf 23’yê Cotmeya 1998’an li Şaxê ya Wanê di şer de piştî ku bi saxî hatî girtin, hate şehîdkirin, wê demê 33 salî bû. Wolf li gel 41 milîtanê PKK’ê li goreke komî hate veşartin. Îlona 2013’an li gel astengkirina dewleta Tirk jî gora bîrdariyê li gundê Kelahêrê ya Şaxê hate vekirin û navê wê ‘Şehîdgeha Ronahî’ hate dayin.

Lê artêşa Tirk 2015’an ‘Şehîdgeha Ronahî’ û gora bîdariyê ya Wolf bi bombeyan hilweşand. Di bombebaranê ya bi balafirên şer û helîkptêran bîrdarî hate parçekirin û her wiha mizgeft û mêvancaneya şehîdgehê jî hatin hilweşandin.