Abdullah Ocalan

Jiyan bi xwe xewnek bû, ma tuyê di xewnê de xewnê bibinî? Esas di zaroktiya min de tu tiştêkî awarte nîn e. Heke hûn baldarbin tê dîtin ku rewşeke li paşjîna hemû kesî ye. Ya balkêş divê ev der be. Dayik û bav zêde tu tiştî nadin zarokê xwe, xwediyê wê şarezayiyê nîn in. Gund dîsa nikare tu tiştî bide. Aveke rast a vexwarinê jî nîn e. Dibistan nîn e. Rewşeke wisa ku mirov xewnên bihêz bibîne jî nîn e. Zarokê me di axa xwe de qedî dimîne. Mirov dikare weke xeyal jî bi nav bike.

Çawa bû; ma xewneroşk bi pêş diketin? Min zêde wêrekiya xewroşk û xewnan raber nedikir.

Xezo: cîran zêde hev naecibînin, tê bîra min, cîraneke me ya bi navê Xezo hebû. Xezo xizan bû. Ji bo ku mirişkeke Xezo hatibû mala me dayîka min her roj erd dihejand. Deqeyeke ku bêşer tûnebû ya wê jinê. Bawer im, ez ji hizra bêwatebûna wî şerî gihiştim şerê biwate. Erê sibê hetanî êvarê şerê cîranan li cem me gelekî zêde bû. Bêwate û vala.

Rewşa destpêkê ya bihîstima min a dengê tebanceyê hîna di bîra min de ye. Min carekê dît ji pişta mizgeftê dengê tebanceyê tê. Ez zirav qetî bûm. Min got “ev çi deng e?”, “ev çi dînêmêrtiye?”, “çawa wêrekiya vê yekê dikin?” min demeke dirêj wate nedayê û vê yekê ez veciniqandim. Di gundê me de berdaneke tebanceyê bû ev. Hêza min a ku ez lê temaşe bikim tune bû. Ji ber çi bû? Esas min tiştekî mezin ê derveyî hiş li wir didît. Bi ihtimaleke mezin ez li ser nebûna bi vê teşeyê çareserkirina nakokiyên nava gel de difikiriyam. Ev nêzîkatiyeke baş e. Ez dibejim; “di vê lihevdanê de hêvî nîn e”, ez vê yekê bi wate nabînim; ez xeteriyê dibînim ku, vediciniqim. Min tu caran wate neda ev şêwaza şer. Bi hevaltiyê ve pêşî girtina min a nakokiya ku ez dibirim şer, bi vê yekê ve girêdayî ye.

Li dijî van hemûyan, her ku çû min şêwaza xwe ya tevgerê pêş xist.

Erê, li gor min şerên bi kevir gengaz e, lê di hawirdora gund de bikaranîna tebanceyê karê dîna ne. Xaleke balkêş e. Him tuyê wisa serî hildî, him jî tuyê hiş nebî bi ser tebanceyê ve. Dema li pişta mizgeftê zilam tebance teqand min got; “ev cinawirek e, çawa dikare vê tebanceyê biteqîne”. Hîna hişên min nedigirt. Ez dibêjim “li hawirdora gund tebance nabe” û ev jî nirxandineke rast e. Ji ber ku divê nakokî bi tebanceyê çareser nebe. Heke bal were kişandin ez şoreşgeriya herî mezin disepînim. Di vî şerî de ez tebanceyê misoger weke amrazeke şaş difikirim û ez ev fikra xwe hîna jî diparêzim. Wisa di hawirdora gund de divê tebance neyê bikaranîn.

Hema di vir de ez tiştekî dîtirê jî li ser zêde bikim:

Du hevalên min hebûn, her du jî hîna di bîra min de ne. Min rojekê bihîst di şer de yekî bi kêrê yê din kuştiye. Ez niha jî hîna wî şerî û bûyera kuştinê ji bîr nakim. Ji bo min gelekî jandar bû. Divê misoger ew bûyera kuştinê li hawirdora gund çênebûya. Min gelekî jandar û hovane didît. Dîsa ew karê bikaranîna tebanceyê jî, min xeternak û hewlnak didît. Her du jî şaş bûn.

Bandorên wan pir dem dirêj bûn. Min hîna ji bîra nekiriye.

Ji tekoşînekê re girêdana min a hişyarane heye. Bi teşeyeke ku tê pejirandin ji meşandina tekoşînekê re girêdana min heye. Yan jî dê veguheriya rewşekê ku tu kes nedikarî ji binî derbikeve. Mînak em cewaziya di navbeyna şerê min û şerê kurd de hindekî vekin. Di gund de her kes dikare wî şerî bide. Jixwe yek jî kuştin, hevtemenê min, her du hevalên min ên zaroktiyê li hev dan. Kuştin karekî wêrekiyê yê awarte ye. Bikaranîna çekê jî pir awarte ye. Lê ez çima ji kesên wê rojê eciz bûm?

Jixwe ew kes piştre mirin. Yê ku mir jixwe mir, ê ku çek bikaranî zêde serkeftî nebû. Di şer de navê wî jî derbas nebû. Ez bawer im di navbera şerê klasîk û şerê min ê wê demê de cewaziyên mezin û girîng hene.

Dema ew di şerên xwe de diqediyan, min şerê xwe vegerand pêşveçûyîneke mezin, ev yek di wan şertan de ji bo Kurdistanê cewaziyeke mezin e.

Hîna ji heft saliya xwe bir vir ve, berçavkirina perçiqandina pîvanên civakê, diyardeya xirabkirina lîstokê nîşan dide. Di vê derê de divê girîngî û nêzîkatiya çawaniya giyanê were fêmkirin. Dema ez hîna di civata gund de bûm jî dewsa ku ez bibim weke her kesî, dîtina pêwîstiya cewaziyê û bi ser de çûyîna min e.

Divê mirov fêm bike. Dibe ku hînker be.

Lê min çawa bi dest xist û her ku çû min çawa têperand?

Hîna tê bîra min, li pişta gund parçeyekî me yê rez hebû. Ji bo xwe min weke dibistanekê bi kar dianî. Min ew der bi pirtûkan ve dagirtibû. Di bin mêwên rez de, li bin darên fistiq û bayifan de çend cihên min ên wisa hebûn. Min sererast dikir, radizam, dixwend. Min gelekî xwe diwestand. Xwendineke wisa bi azîne nebû. Hindek bi matematîkê re, hindek bi dîrokê re hindek jî der barê her tiştî de bûn. Wê demê hêzeke me ya ku em bikaribin nirxandineke zanistî bikin tunebû. Meraqeke xwendinê ye, ez dixwazim li ser rawestim. Di vê navberê de ez bi rez re jî mijûl dibim.

Birayekî min ê navîn hebû, hat. Êdî ji ber sedemekê em rabûn şer. Divê sedema wê çibûya? Bi ihtimaleke mezin di xebata rez de kêmaniyeke wî hebû. Wisa min nêzîkatiyeke wî yê beredayî yan jî ji kedê re bêrêz, helwesteke bêwate ji peywirê re dît. Min xwast ez wî ji rez biqewitînim. Piştî ku ez hindekî mijul kirim, min ew bi ser revê ve bir û dest bi revê kir. Min da dûv wî û min ew şopand.

Bi hêrseke mezin, min ew dida ber keviran. Hîna tê bîra min, li ser tehtan bûlxur dikelandin. Malbata me, dayik-bavik hemû li wir in. Çû xwe avête wir. Bêguman stargeha wî malbat e. Li hember êrîşên min ên giran hiziriya ku encax wisa xwe biparêze. Heke min ew girtiba, belkî bi keviran min ew gelekî êşandiba. Hindek ji derbeyên kevir girtin jî. Heke min hîna girtiba, diviya ku min hindek cihên wî xwîn kiribana û bişkênandibana, hêrseke wisa.

Bêguman dema xwe bispêre malbatê yê ku destpêke li dij derbikeve bav e û hîna di bîra min de ye, bav li dij derket. Meşiya ser min. Bêguman ji ber ku bav bû diviya ku min çend gavan xwe paş ve daba. Berbi gund ve min tevgereke paş ve kişandinê kir. Hemû gund rabibû ji piyan. Şerekî bav û kur ê dijwar bû. Bêguman dema ez paş ve kişiyam, wisa paş ve kişandineke lewaz û bêşer nebû. Paşve kişandineke xwedî îdîa û sing bi sing, bi kevir barandinê bû. Ew jî êrîş dike, hindekî zêdetir xwedî hêz e. Lê di nava gund de êdî kolan hene ez dikarim xwe berdim nava kolanan. Her wiha zêde derfeta min a serkeftinê nîn e. Piştî em ketin nava gund, ji ber westandinê bû yan jî êdî pêwîstî nedît… xwe bi paş ve kişand. Bi vî awayî em di hevsengê de man.

Lê ez bi vê têr nebûm. Hêrseke min a wisa hebû ku, ez bi wê hêrsê ketim nava malê û hîna tê bîra min, parçeyek çixina wî hebû. Wisa çixinek bû ku gelekî li paçan dipêça û pir jî vedişart. Dîtin gelekî zehmet bû. Lê ez di vê mijarê de gelekî lêkolînêr im. Piştî çend lêkolînan (belkî çixin xistibû gomê) ez çûm nava kevir û daran min li wir dît. Tê bîra min, min deh lîra girtin. Li gor diravên wê demê diraveke zêde ye. Piştî ku min deh lîra girtin me tevgera berdana gund plan kir. Yan jî hêrsa me em anîbûn wê xalê ku ji me re digot “tûyê vir berdî”.

Çima dev jê berdan? Ez bawer im ji malbata wê demê re hêrsa min pir zêde çêbibû. Û bêguman piştî ecizbûnê êdî tu nikarî zêde li gund û malbatê bimînî. Heke tu nikaribî zêde li mal bimînî, wê demê çi karê te li gund heye? Bi kêmanî ji malbat û gund re berxwedaneke yekgirtî bû. Ez bawer im wisa bêwatebûyîna gund em birin ramana “xwe dirêjkirina bajêr ” ve bir.

Wê bidome…