Asayîşa PDK’ê saet derdorî 19:30’î êrîş bire ser konê greva birçîbûnê ya Meclîsa Îştar ya li ber derê Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê hatibû destpêkirin.

Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê êrîş bi re ser konê çalakiya endamên Meclîsa Îşatar a Mexmûr ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyiyê bi 7 jinan ev du roj bûn destpêkirî.

Li ser mijarê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel Filîz Budak agahî da û diyar kir ku asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê bi hovane û dij mirovan êrîşî kon kirin û konê ku çalakî lê dom dikir daxistine erdê  û heqaret li çalakvanan kiriye. Bûdak anî ziman ku xwestin posteran dabixin û asayîşê diyarkiriye ku divê îşev dawî li çalakiya xwe bîne.

Bûdak da xuyakirin ku bi biryarin wê çalakiya xwe bidomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Jinên endamên Meclîsa Îştarê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kon vedan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dan destpêkirin.