Ayasofya ya dêra dîrokî ya Bîzansiyan di sala 1934’an bi biryara Desteya Wezîran bûbû muze. Ayasofya ya ku bi dehê salan bûbû parçeyek ji propagandaya faşîzma miletgerî û îslamî, soza vegerandina mizgefê duh ji aliyê Dadgeha Bilind a Dewletê ve biryara Desteya Wezîran a mijara gotinê betal kir.

Tevî gelek hişyariyan jî faşîzma AKP-MHP’ê û Erdogan ji ber rewşa krîzên li nav û dîsa tirsa desteka giştî ya li pişt xwe winda bike, li dijî vê biryara bi destê Dadgeha Bilind girtî rê li ber nerazîbûnên gelek welat û saziyan vekir.

UNESCO: BÊ KU DIYALOGEK BÊ KIRIN BIRYAR HATIYE GIRTIIN

Rêxistina Zanista Perwerdehî ya Çandî û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe ya ji biryarê anî ziman. Dîrketorê Giştî yê U ESCO Aûdrey Azoûlay destnîşan kir ku bê ku diyalog bê kirin biryar yek alî hatiye girtin. Azoûlay anî ziman ku vê nêrîna xwe bi nûnerê UNESCO yê li Tirkiyeyê re parvekiriye.

UNESCO di dewama daxuyaniyê de hişyarî kir ku divê çi guhertinek di Ayasofyayê de bê kirin bê saziya wan neyê kirin.

YEWNANISTAN: PROVAKASYON E

Di daxuyaniya ji aliyê Yewnanistanê ve hate kirin hate destnîşankirin ku girtina biryarê li dijî cîhana medenî pravakasyon e. Wezîra Çandê Lîna Mendonî got: “Nîjatperestiya ku Erdogan bi rê ve dibe, welatê xwe 6 sed sal paş ve bir.”

Li gorî daxuyaniya ji Dêra Ortodoks a Rûs jî, hate gotin ku fikarên bi milyonan Xiristiyanên li cîhanê nehatine guhdarkirin.

DYE: HÊVIYA ME WINDA BÛ

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rêveberên Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) ve hate kirin, nerazîbûn nîşanî biryarê hate dayîn. Berdevka Wezareta Karê Derve Morgan Oragûs got: “Ji ber biryara guhertina statûya Ayasofya ya hikûmeta Tirk hêviyên me hatin windakirin.”