Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa-TJK-E bi daxuyaniyekê, bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê eşkere kir.

TJK-E got; Serdema heyî serdemeke civakî ya ji bilindbûna îradeya jinê ya azad e. Gelekî girîng e ku ji qada xwecihî ber bi qada gerdûnî ve bimeşin. Li ser bingeha polîtîk, îdeolojîk û azadiya jinê, xwe di aliyê siyasî, civakî, çandî, ekolojîk, exlaqî, aborî, xweparastin, dîplomasî, hişmendî û îradî de bi rêxistin bikin.

TJK-Ewrûpa got: Ji bo me jinan, pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ pêngaveke stratejîk e. Divê jin, xeleka ji agir li dora Rêber Apo çêbikin. Misogeriya ‘tenduristî, ewlekarî û azadiya’ Rêber Apo, garantiya destketiyên pêvajoyê ne. Ji bo vê jî,em dibêjin, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye’.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropa-TJK-E bernameya meş û mitingan rêz kir û got; Em ê di 2’ê Adarê li Elmanya bajarê Frankfûrtê, 3’ê Adarê li Fransa payîtext Parîsê, li Swisre bajarê Baselê konferansan lidarbixin.

Di 8’ê Adarê de jî, em ê bi pêngava ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ pêşwazî bikin û bi diruşmeya Jin, Jiyan, Azadî, li hemû bajarên Ewrûpa ji bo şoreşa jinê bimeşin.

Em bang li jinên Kurdistanî, Tiriyêyî û yên ji weletên cûda û Ewropayî dikin tevlî meşan bibin.