Êriş li navçeya Kelar a Silêmanî saet di 14’an de li gorî dema Kurdistanê pêkhat

Balafira bê mirov avahiya Tevgera azadiyê ya Kelarê bombekir

Nayê zanîn bê ka, şehîd û birîndar hene yan na.

Derbarê êrişê de tevgera azadî hê ti daxuyanî nedaye.

Nunertiya HDP’ê li Hewlêrê li navenda xwe derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da û wiha got:

Welatiyên Bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariya Hikumeta AKP-MHP’ê berê xwe dan başûrê Kurdistanê.

Sabrî Toprak jî yek ji wan bû ku 12 sal bûn bi hevjîn û zarokên xwe re li Silêmaniyê dijiya. Lê duh ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Qetilkirina welatparêzên Kurd ya ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike, li bajarê Silêmaniyê heya niha 7 endamên me hatine qetilkirin.

Em bang li hemû azadîxwazên Başûrê Kurdistanê dikin, rê nedin xaka Kurdistanê bibe meydana kiryarên terorî yên dewlewta Tirk. Dewleta Tirk nikare îrade û azadiya Gelê Kurd bişkîne, ji bo vê dijî têkoşer û xebata wan êrişên terorî pêktîne.