Pêngava Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ya 10’ê cotmeha 2023’an destpêkir, derbasî qonaxa duyemîn bû.

Bi vê armancê li bajarê Koln ê Almanya daxuyanî hat dayîn, rêxistinên Kurd, komên çep ên Tirkiyeyî û dostên gelê Kurd beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Qonaxa destpêkê ya pêngavê 10’ê Cotmehê ji aliyê dostên gelê Kurd ve li zêdeyî 100 bajaran bi civînên çapemeniyê û çalakiyên cuda hat ragihandin.

Ji destpêka pêngavê ve çalakî û kampanya bênavber pêkhatin, li gel meş û çalakiyan di çarçoveya kampanya ‘Şandina 100 hezar qertî’ li her derê ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li Kolnê di çarçoveya heman pêngavê de meşeke girseyî hat li darxistin, li girtîgehan greva birçîbûnê û xizmên girtiyan jî çalakiyên Nobeda Edaletê pêk tînin.

Ji Skoçya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi civîna çapemeniyê hat ragihandin ku qonaxa duyemîn a 1’ê Adarê re destpê kir wê heta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê dewam bike.

Daxuyanî bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî hate dayin. Hate gotin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û 1’ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bên pêşwazîkirin.

Her wiha wê bi beşdariya bi sedhezaran kesî meş bên li darxistin, daxwaza Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo bê kirin û ji bo tecrîd bi dawî têkoşîn were kirin.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) çalakî bêne lidarxistin.

Bi taybetî bang li Elmanyayê hate kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.