Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan avêtin ser Şaredariya Qereçobanê ya HDP’yî û Hevşaredar Halît Ûgûn destgîr kirin.

Polîsan serê sibehê avêtin ser Şaredariya navçeya Qereçobanê ya Erzîromê ya HDP’î. Polîsên ku dor li avahiyê girtine, lê hundirê avahiya şaredariyê lêgerînê dikin.

Hevşaredar Halît Ûgûn jî di serdegirtinê de li malê hate destgîrkirin.