Dema ku ev wêne kişandin bi ser ketibûn. Ji ber ku beza ber bi karwanê nemiran a ji bo rûmet, azadî û rizgariya gelê xwe, rûmeta herî mezin bû. Wan bi bîr bînin.

Dibe ku ev gotin bû, gotina ku min ê temenê xwe li ser ava bikira. Kêliya ku ew hatin oxirkirin, li meydana cengê kêliya serketinê bû. Şervanên ku bêtirs, bi rengê fedayî û bi bayê bezê ber bi azadiyê ve dibeziyan, gotineke xwe hebûn.

Dibe ku ew gotibûn ku divê em tovên jiyana azad a nû lê bireşînin, gotina ku ji zarokên vî gelî, ji jin û ciwanên vî gelî re bibe ronahî. Yekane gotin bû ku her şervanên diketin hembêza xakê ev gotin bilêv dikir. Gotina ku divê her yek ji me li hiş û bîra xwe bineqişîne.

Ev yek ne tenê ji me re, her wiha ji gelê Kurdistanê re, ji çiyayan re, ji daran û xaka pîroz re dikir wesyet.

Ji xewn û xeyalên xwe re, ji hevrêyên xwe re, ji dayik û bavê xwe re, ji xwişk û birayên xwe re, ji partî û Rêberê xwe re, bi kurtasî ji her kesî re tenê wiha digotin: Me bi bîr bînin!

Dema ku ev wêne kişandin bi ser ketibûn. Ji ber ku beza ber bi karwanê nemiran a ji bo rûmet, azadî û rizgariya gelê xwe, rûmeta herî mezin bû. Wan bi bîr bînin.

Wan bi bîr bînin!