Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ya li Kobanê bi ser xist ruhê yekîtiya neteweyî bû û destnîşan kir, ku ya niha jî bi ser bixîne yekîtiya neteweyî ye.

Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku hevkariya Tirkiye û DAÎŞ’ê êdî nikare bê veşartin û destnîşan kir, devera ku serçeteyê DAÎŞ’ê Bexdadî lê hate kuştin vê têkilî û hevkariyê berbiçav dike.

Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî û mijar nirxand. Salîha Aydenîz diyar kir, êrîşa dagirkeriyê û pêvajoya ku bi hilbijartinên 7’ê Hezîranê re dest pê kir divê ji hev cuda neyên nirxandin û got, “Dema ku şer dest pê kir Kurdên li Rojava û gelên li herêmê bi hev re li derveyî rejîmê û çeteyan di xeta sêyemîn de tevdigeriyan. Ji hingî ve modeleke ku bû hêvî afirandin. Di salvegera komploya navneteweyî di 9’ê Cotmehê de êrîşê dest pê kir. Êrîş bi hevkariya dewleta Tirk û dewletên hegemonîk ên berpirsyarê komploya navneteweyî li dijî modela jiyana hevpar a Kurdan hate kirin.”

‘HEVKARIYA TIRKIYE Û DAÎŞ’Ê ÊDÎ TÊ ZANÎN’

Aydenîz diyar kir ku rêxistina ku dewleta Tirk weke ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ pênase dike çeteyên DAÎŞ, EL Nûsra û yên ji ber wan mane û tenê ‘kincê’ xwe guhertine. Aydenîz got, “Tirkiyeyê tişta ku DAÎŞ’ê nekarî li Rojava bike niha bi hevkariya bi dûvikên DAÎŞ’ê hewl dide bi ser bixîne. Ev êrîş dewamiya zîhniyeta Îttîhat û Terakkî ye, xwe dispêre dijminatiya li Kurdan û li dijî Kurdan hemûyan tê kirin. Hevkariya DAÎŞ’ê û Tirkiyeyê li pêş çavên tevahiya dinyayê ye. Kuştina lîderê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî li devereke ku bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê û herêmeke di kontrola Tirkiyeyê de ye, vê hevkariyê ber bi çav dike. Tirkiye dixwaze bi her rê û rêbazê wê deverê dagir bike û ji Kurdan xalî bike. Ji xwe ev armanca xwe jî bi rengekî eşkere ji tevahiya dinyayê re ragihand.”

‘EGER KURD BIBIN YEK WÊ BI SER BIKEVIN’

Aydenîz li dijî êrîşan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, “Di rewşekê de ku êrîş tên kirin divê em Kobanê ji nû ve bînin bîra xwe. Ya ku li wir bi ser xist yekîtiya neteweyî ya Kurdan bû. Kurdan mafên xwe yên bidestxistî ji tevahiya dinyayê re ragihandin. Eger Kurd niha bibin yek û li her qadê bi rengekî hevpar tevbigerin wê statu, ziman û çanda xwe bi dest bixin. Kurd bi têkoşîn û berdêlên xwe li dinyayê rewa bûn. Ya girîng yekîtiya neteweyî ye.”