Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li gel şerê vekirî, ji destavêtinê heta kuştinê bi siyaseta nihadperestiyê şerê taybet dimeşîne. Karayilan bal kişand ser bûyerên li Kercewsê û got, “Hesabê hemûyan wê bê pirsîn.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat.

Karayilan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Pêngava ‘Dema azadiyê’ pêngaveke girîng e. Êdî dema azadiya Rêber Apo û Kurdistanê hatiye. Bêguman ev yek ji ber xwe ve pêk nayê, pêwîstî bi têkoşîneke girîng û mezin heye. Şert û mercên vê demê jî ji bo têkoşîneke berfireh girîng e. Rabûna li ber tecrîdê tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê.”

Karayilan got, “Heta ku Rêber Apo azad nebe ne şer diqede, ne gelê Kurd azad dibe, ne jî Tirkiye demokratîk dibe. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo meseleyeke aştî û azadiya gelan e, meseleyeke demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê her kes di çarçoveya azadiya Rêber Apo de tevbigere. Ji bo li Tirkiyeyê pêşî li azadî, demokrasî û mafên mirovan vebe, divê Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye girêkeke kor ji holê bê rakirin. Di vê çarçoveyê de pêvajoya pêngavî û kampanyayên di vê demê de pêk tên girîng in. Hevalên li zindanan dest pê kirine.”

Karayilan diyar kir ku armanca sereke ya berxwedana li zindanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, “Lê belê azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya dîlgirtiyan hemûyan, tê wateya azadiya kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lewma azadiya Rêber Apo hemûyan vedihewîne nava xwe. Lewma çalakiya hevrêyên li zindanan gelekî watedar û girîng e.”

Karayilan anî ziman ku di vê mijarê de berpirsyariya yên li derve heye û pêwîste şert û mercên têkoşînê û şoreşê biafirînin.

Karayilan bi dewamî got, “Di vir de helwesta gelê me girîng e. Malbatên girtiyan, mirovên me yên welatparêz û saziyên demokratîk, divê her kes bi xurtî li dora bexwedana zindanan bicivin. Yanî çalakger û gelê me divê hîn bi xurtî xwedî li hev derkevin. Dem demeke bi vî rengî ye. Eger bi vî rengî bibe hingî em ê karibin vê pêvajoya pêngavê bi ser bixînin û encamên girîng bi dest bixin. Ji xwe berxwedan jî tenê bi vî rengî dikare bi ser bê xistin.”

SALVEGERA 5’AN A BEXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 5’an da berxwedana xwerêveberiyê ev nirxandin kir: “Di serî de li Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Silopiya û gelek bajarên din wê demê lehengiyên mezin rû dan; destan hatin nivîsandin. Di şexsê Çiyager, Zeryan, Xebatkar, Mehmet Tûnç, Rûken, Axîn, Çeko û Îslaman de şehîdên vê pêvajoya dîrokî hemûyan bi bîr tînin û soza ku me dane van lehengan dubare dikin. Xeta ku wan danîne, berxwedana wan wê ji bo me timî bibe perspektîfeke bingehîn; em ê bi mezinkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwedî li bîranînên wan derkevin. Bi berxwedana xwe ya dîrokî di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de rûpelekî nû vekirin. Divê ev rûpel rast bê xwendin, ji ber ku hîn jî hin kes û hêz vê rûpelê nikarin rast bixwînin.”

Karayilan bi bîr xist ku 60 ciwanên leheng li nava Amedê bi pêşengiya Çiyageran 103 rojî bi berxwedaneke dîrokî destan nivîsandin, heman tişt li Cizîrê, Şirnexê, Geverê, Nisêbînê, Hezexê bû û got, “Ev berxwedan beriya her tiştî li dijî Plana Têkbirinê bû. Eger ne ji vê berxwedanê bûya, li tevahiya Kurdistanê wê tiştên hîn girantir bihata serê gelê me. Ev berxwedan li pêşiya vê planê bû asteng. Plan têk bir.”

Karayilan wiha dewam kir: “Li Cizîrê, Şirnexê, Sûrê û bajarên din dijmin bi ser neket. Berevajî, ya ku bi ser ket û encam wergirt ev berxwedana dîrokî ye. Xwestin ku civaka me li wan deveran teslîm bigirin, lê belê bi saya vê berxwedanê pîlanên wan pûç bûn. Nekarîn çokê li kesî bitewînin. Ruhê berxwedanê li nava civakê hate çandin. Ji hingî ve 5 sal in dijmin hewl dide, kolan hemû bi leşkeran dagirtiye, her wiha Sûr bi temamî xera kirini ketin û derketin qedexe kirin; hîn jî li gelek taxên Nisêbînê ketin û derketin qedexe ye, lê belê nekarîn gelê me teslîm bigirin. Yanî me şehîd dan, destanên lehengiyê hatin nivîsandin, lê belê plana dijmin jî bi vê berxwedanê pûç bû. Ev gelekî watedar e. Yanî ev berxwedan şeref û rûmeta gelê Kurd e. Paşeroja gelê Kurd e. Kurd zelal kiriye. Nîşan da ku paşeroja gelê Kurd tenê bi berxwedanê dibe.”

‘NE TENÊ PÊŞENGÊN SIYASÎ, HER WIHA PÊŞENGÊN OLÎ Û CIVAKÎ YÊN ÊZIDIYAN JÎ DIVÊ TÊBIKOŞIN’

Karayilan di dewama axaftina xwe de peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê jî nirxand û got, “Nêzîkatiya dewleta Tirk a li xweseriya Kurdan li her cihî weke hev e. Li Şengalê jî bi vî rengî ye. Naxwaze civaka Êzidî xweser bibe. Xweserî di qanûnên Iraq a federal de heye. Yanî tişta ku Êzidî dixwazin ji bilî qanûnên Iraqê ne tiştekî cuda ye. Dewleta Tirk li her cihî li dijî xweseriya Kurdan e. Li ku li ber radibe, dibêje ‘Ev PKK’î ne, lewma li dij im’. Halbûkî rastî ne bi vî rengî ye. Gelê Kurd statuyê dixwaze, dixwaze xweser bibe. Mînak; civaka Êzidî her tim ji aliyê Îslamê ve hatiye eciqandin; kes xwedî lê dernektiye. Mafê rewa yê civaka Êzidî ye ku bibe xwedî hêzeke xwe, xwe biparêze û birêve bibe. Di vê mijarê de ne tenê pêşengên siyasî yên Êzidiyan her wiha divê pêşengên wan ên olî û civakî jî têbikoşin. Ew niha bêdeng in. Lê belê divê gelê Şengalê di çarçoveya qanûnên Iraqê û Hikumeta Kurdistanê ya Federal de xweser bibe, divê karibe xwe biparêze û bi rê ve bibe. Ev yek rewa ye. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî vê ye û di vê mijarê de zextê dike, Bexdayê û Hewlêrê di nava xwe de peymanek çêkirin û bi ser gelê Şengalê ve diçe.

‘PEYMANA LI SER ŞENGALÊ BI TI AWAYÎ NE LI BERJEWENDIYÊN KURDAN E’

Di vir de hikumeta Iraqê ya bi pêşengiya Kazimî nekarî sekneke bi îrade nîşan bide. Eger sekneke bi îrade nîşan bida wê ji Tirkiyeyê re bigota ‘Çi karê te li welatê min heye; ez ê vê yekê li gorî xwe, li gorî qanûnên xwe binirxînim’. Ya rast, bi rengekî bêîrade nêzîk bû. Li pêşiya wî gelek pirsgirêk hene ku divê bên çareserkirin. Li şûna ku giraniyê bide ser wan, di ser Şengalê re dixwaze serketinekê bi dest bixe. Ji xwe Kazimî dibêje ku pêwîstiya wî bi serketinekê heye û li ser vê bingehê 10 hezar leşker şand Şengalê. Yanî dixwaze di ser civaka Êzidî ya ji fermanê rizgar bûye serketinê bi dest bixe.

Di vir de aliyê Kurdan jî heye. Gelo di vê peymanê de çi berjewendiyeke gelê Kurd heye? Yanî di kîjan xala vê peymanê de têkoşîna Kurdayetiyê bi pêş dixe! Berevajî, dixwazin xweseriya Kurdên Êzidî ji destê wan bigirin. Armanca vê peymanê ev e. Yanî di vê peymanê de ti berjewendiya Kurdan nîne. Ji tevlîbûna PDK’ê ya li vê peymanê wateyeke wiha eşkere dibe; ‘eger ez di nava tiştekî de tune bim, çi dibe bila bibe divê ew tişt tune bibe’. Gelo ji bilî vê nêzîkatiyê bi kîjan armancê tevlî bûye! Di vê peymanê de hem ti berjewendiya Kurdan nîne, hem jî destketiyên Kurdan hemûyan ên li wê derê radestî hikumeta federal dike. Yanî li dijî xweseriya civaka Êzidî li hev kirine. Hewldaneke bi vî rengî heye. Ev yek rast nîne. Lewma siyaseta Iraqê û gelek saziyên dewletê yên Iraqê ev peyman nepejirandiye.”

‘LI KURDISTANÊ DIJMIN BI RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBET ÊRIŞÎ CIVAKA KURDISTANÊ DIKE’

Têkildarî bûyerên destavêtinê, komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê, ku bi destê hêzên dewleta Tirk ve tên kirin Karayilan ev nirxandin kir:

“Li Kurdistanê dijmin ne tenê êrişî gerîla û çalakgerên siyasî dike. Di heman demê de bi rêbazên şerê taybet êrişî civaka Kurdistanê dike. Di nava civaka Kurd de bi taybetî jin û ciwan hedefên sereke ne. Dijmin ji bo têkbirina civaka me; dixwaze ku civak li ber xwe nede, teslîm bibe û bihele. Ji bo vê jî pîlanên şerê psîkolojîk ê taybet dike. Li dijî vê polîtîkayê, Tevgera Jinên Azad bi şiyara ‘Em xwe diparêzin’ helwesteke xweparastinê nîşan da. Ev yek gelekî girîng û watedar e.”

‘ÇAWIŞÊN PISPOR EGER KURD BIN XAYININ, EGER TIRK BIN, MÊTINGER IN’

Têkildarî hovîtiya destavêtinê ya li Kercewsê jî Karayilan got, “Bûyera destavêtinê ya li Kercewsê ku di çapemeniyê de deng veda, hovîtî ye. Beriya her titşî ji vê bûyerê jî tê fêhmkirin, ku kiryarên sereke yên van bûyeran çawişên pispor in. Eşker eye ku dewlet ne tenê ji bo şer bikin maeşan didin van çawişên pispor. Di heman demê de ji bo bi şeref, rûmet û namûsa gelê Kurd bilîzin, ji bo qir^je bikin û civakê ji hev bixe, çawişên pispor wezîfedar kirine. Lewma bang li gelê Kurd, ciwan û keçên kurd dikim: li dijî van çawişên pispor hişyar bin; ev mirovên ji rêzê nînin; namerdin. Eger Kurd bin hingî xayinin, eger Tirk bin hingî nûnerên mêtingeriyê ne. Divê ew di nava civakê de bên teşhîrkirin û tecrîdkirin. Li pey pereyan e. Ji bo xwînê birijînin, ji bo bi rûmeta civaka Kurd bilîzin pereyan digirin. Gelê me divê li dijî vê hişyar be û li ber wan rabin.”

Karayilan bal kişand ser bêdengiya civakê ya li dijî van kiryaran û got, “Divê bêdeng nebin. Tevgera Jinê heta astekê têdikoşe, lê belê divê civak bi temamî têbikoşe û nerazîbûnê nîşan bide. Divê her kes zanibe ku ti nûnerê mêtingeriya Tirk bi ti awayî bi durustî nêzî ciwanên Kurd nabin. Çi jin çi jî mêr bin, ew timî dixwazin ciwanên Kurd têk bibin. Dixwazin wan bikin sîxur û bixebitînin. Bi destavêtinê hewl didin ku ji civaka exlaqî bixînin û ji rêya rast dûr bixin.”

Karayilan destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê ji rejîma Apartheîdê zêdetir nijadperestî tê kirin û got, “Kengî Kurdek tê kuştin, tu dibîne ku destpêkê daxuyaniyekê didin, hewl didin rastiyan berevajî bikin, piştre jî bûyerê dinixumînin. Mirovên me ji helîkpoterê tên avêtin, lê tu dibîne kesê ku xwedî sifeta wezîre vê yekê li Meclîsê diparêze. Yanî mirovên me ji helîkopterê diavêjin, hovîtiyê dikin û vê hovîtiyê jî rewa nîşan didin.”

‘WÊ HESABÊ VAN HEMÛYAN BÊ PIRSÎN’

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê siyaseta nijadperestiyê dimeşîne, bi rêbazên cuda ser van bûyeran dinixumîne û got, “Wê hesabê van hemûyan bê pirsîn. PKK’ê ji ber vê yekê dest bi têkoşînê kir. PKK ji bo hilanîna tola tiştên bi vî rengî heye. Divê gelê me bi vê zanibe. Em ê li hemberî van kiryarên dijmin bêdeng nemînin, em hesabê wê dipirsin û hîn jî bipirsin.”

Karayilan destnîşan kir ku PKK ji bo hesabê dîrokî ji mêtingeriya Tirk bipirse dest bi têkoşînê kir û ev têkoşîn têkoşîneke hesabpirsînê, edaletê û pêkanîna azadiyê ye.

‘DI SALA 2021’Ê DE WÊ TÊKOŞÎN XURTIR BIBE’

Di dawiya axaftina xwe de Karayilan diyar kir ku ew dixwazin di sala 2021’ê de gerîlayên serdemê bi her awayî bixin meriyetê û got, “Sala 2021’ê sala 43’an a partiya me ye. Sala 43’an ji bo têkoşîna me wê nebe saleke normal. Bûyerên ku diqewimin ji niha ve nîşan didin ku wê bibe saleke awarte û girîng. Biryardariya me xurt e ku bi hêza ji şehîdan wergirtî vê sala