STENBOL – Dîrokzan Erdogan Aydin, ji bo gotinên Serokomar Erdogan ku gotin “biçin ji vir” bilêv kir ku wan ev gotin di serdemên şerê sar de bihîstiye û got: “Ev gotin tenê ne ji bo kurddan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê tehdîdek e.”  Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di mîtînga xwe ya li Artvîn û Trabzonê de dîmenê axaftinên parlementerên HDP’î bi girseyê dabû guhdarîkirin û gotibû: “Xwişk û birayên min, ma li Tirkiyeyê bi navê Kurdistan herêmek heye? Li cem me bi navê Kurdistan herêmek tune ye. Madem hûn ev qasî jê hez dikin, biçin bakurê Iraqê, li wir Kurdistan heye. Yellah. Biçin Kurdistanê. Li vî welatî cihê we tune ye.” Dîrokzan Erdogan Aydin, gotinên Tayyîp Erdogan nirxandin.  ‘ME DI DEMA ŞERÊN SAR DE DÎT’  Aydin, diyar kir ku di warê siyasetê de ev gotin mikurhatina îflaskirinê ye. Aydin, anî ziman ku niha Tirkiye di rewşeke xirab de ye û ev gotin jî tê wateya ku Erdogan nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Aydin got: “A rast, di dema şerên sar de em pir leqayî vê gotinê dihatinç Wê çaxê jî digotin ‘Bila komunîst biçin Moskowayê.'”  ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN’  TAydin, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîmînalîzekirina partiyên siyasî yên modelên rêveberiyê yên cuda diparêzin bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: “Wexta mirov di vê çarçoveyê de lê dinere, çav bi rewşeke wehîm dikeve. Çimkî serokomarê niha û AKP, di sala 2005, 2007, 2013 û 2015’an de soz dan Tirkiyeyê ku dê pirsgirêka kurd çareser bikin.”  ‘DI FERMANÊN QANÛNÎ DE NAVÊ KURDISTAN DERBAS DIBE’  Aydin, destnîşan kir ku niha AKP di xeta MHP’ê de ye û ev yek hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo AKP’ê bêtalihiyeke pir mezin e. Aydin, bilêv kir ku AKP nikare bi vî zimanî welat bi rê ve bibe. Aydin, bi bîr xist ku Erdoganê ku niha ji bo peyva “Kurdistan” qiyametê radike, berê bixwe bi kar aniye.  Aydin, bi bîr xist ku Siltanê Selçûka Mezin Ahmed Sencer di salên 1250’yî de ji bo herêmê gotiye “Kurdistan” û got: “Di dema Osmaniyan de jî di fermanên Kanûnî Sûltan Suleymdan de navê ‘Kurdistan’ derbas dibe. Îktîdara niha, ji siltanên osmaniyan herî zêde xwedî li Kanûnî sultan Suleyman derdikeve. Her wiha Evliya Çelebî jî diyar dike ku Kurdistan li başûrêrojhilat ê Osmaniyan dikeve û li hember dijminan Osmaniyan parastiye. Di Kamûs’ul Alem a Şemsettîn Samî e jî peyva Kurdistan derbas dibe.”  ‘EV TEHDÎD JI BO HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE’  Aydin, destnîşan kir ku gotinên Serokomar Erdogan tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê tehdîd e. Aydin, anî ziman ku bi sedan sal e kurd jî wekî birayên xwe yên tirk, ereb û ecem xwediyê vê xakê ne û got: “Beriya tirk bên vê xakê, kurd li vir bûn. Pirsgirêk bi ekartekirina kurdan nayê çareserkirin. Eger bihatana çareserkirin, wê heta niha çareser bibûna.”  Aydin, anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkaya înakr û rageliyî nayê birêvebirin. Her wiha Aydin, destnîşan kir ku ger îktîdara heyî di hilbijartina herêmî de bi ser bikeve jî wê nikaribe welat bi rê ve bibe. Aydin, anî ziman ku tekane rêya birêvebirinê aramî ye.  MA / Ferhat Çelik Parve bike: