EDENE – Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, ji ber dermanê epîlepsiyê nadin, her diçe rewşa Selamî Keleç xirabtir dibe. Malbata Keleş, xwest dermanê Selamî Keleş bên dayîn. Nêzî 6 meh in îdareya Girtîgeha Tîpa T a duzceyê bi hinceta “dermanê epîlepsiyê tune ye”, derman nade girtiyê nexweş Selamî Keleş ku nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye. Dayik Guzel Keleş ku di 7’ê Adarê de hevdîtin bi kurê xwe re pêk anî, xwest kurê wê bê tedawîkirin û dermanê wî bidinê.  ‘BILA TU KES NEMIRE’  Keleş, bilêv kir ku di dema hevdîtina vekirî de ew bi pêkanîneke nû re rû bi rû mane û nehiştine ew bi girtiyên din re hevdîtinê çêbikin. Keleç got. “Li Girtîgeha Duzceyê niha 3 girtî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyê bi navê Suleyman di hucreya yekkesî de ye. Herdu girtiyên din jî di qawîşê de ne. Her sê girtî pir zihîf bûne, lê belê moralê wan xurt e. tenê daxwazek wan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. Bang li hemû derdoran dikin ku bibin dengê berxwedana wan. em naxwazin tu kes jî bimire. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Her wiha dixwazim dermanê kurê min bidinê.”  ‘DERMAN NEDAN’  Dayik Keleş, bilêv kir ku kurê wê jê re gotiye: “Dermanê min nadin. Ji min re dibêjin ‘derman tune ye.’ Carekê min birin nexweşxaneua dewletê. Li wir derman dan min. Tenê dermanê rehilandinê nedan min. Dixwazim dermanê min bidin min.” Dayik Keleş, diyar kir ku kurê wê pir zihîf bûye û saleke wî ji bo kontrolê nebirine, heta niha tenê carekê wî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Duzceyê. Dayik Keleş got: “Der barê dermanên wî de min xwest bi îdarea girtîgehê re xeber bidim. Lê nehiştin. Ji bo rewşa kurê min xirabtir nebe divê dermanê xwe bi kar bîne. Yek jê ya epîlepsiyê ye, yek jê jî ya rehilandinê ye. Niha tenê dermanê rehilandinê didinê. Em dixwazin dermanê wî bê peydakirin û bidinê.” Dayik Keleş diyar kir ku ew ditirsin ku rewşa kurê wê careke din giran bibe û got: “Divê tedawî neyê astengkirin. Jixwe her diçe xirabtir dibe.”  Konuya ilişkin aradığımız cezaevi idaresi bilgi veremeyeceklerini belirtti. MA / Hamdullah Kesen Parve bike: