Duh bi şev Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê li gel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayîq Zeydan civiyan.

Di civînê de li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balefirxaneya Çandiniyê ya Erbetê û hinek mijarên din guftûgo kirin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bi destûr, serweriya yasa û çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jiyan û debara jiyana welatiyan û bi taybetî li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin.

Mijara parêzgehbûna Helebce û êrişa li ser Balefirxaneya Erbetê hate nîqaşkirin.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî daxwaz ji desthilata dadweriyê kir ku rola xwe ya yasayî di mijara avakirina parêzgeha Helebce de bi cih bînin û tazmînata vî bajarê ku qurbaniyên mezin dane, bidin.

Û got: “Erkê me hemûyan e ku em li dijî binpêkirinan bisekinin û nehêlin welatên derve sînorên welat derbas bikin. Welatê me dibin gefan deye û divê rê li ber van êrîşan bê girtin.”

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî re jî civiyabû.

Di civînê de êrişa li ser balafirxaneya Erbet hate şermezarkirin û ji Hikumeta Iraqê hate xwestin ku rê li ber binpêkirina sînoran bigire.