“Rabe dema azadî û serkeftinê ye”

Bi vê şîarê Newroza îsal wê li 57 navend û bi sedan deveran li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bê pîrozkirin.

Wê qadên Newrozê bi daxwaza azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo îsal tije bibin.

Pîrozbahiya pêşî sibê li navçeya Xarpêtê Depê pêk tê.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk.

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî wê wek axaftevan beşdar bibin.

Komîteya amadekar ragihand ku amadekariyên wan bi dawî bûne û ji bo beşdariyê belavokên dawî belav kirin.

Yek ji navnîşana berçav ku herkes li bendê ye Newroza Wanê ye.

Newroz 17’ê Adarê li Keleha Wanê tê pîrozkirin.

Şêniyên Wanê diyar kirin ku ew ê li qada Newrozê dengê xwe ji bo azadiya rêberê xwe bilind bikin.

Yek ji Newrozên herî mezin û bi heybet her sal li Stenbolê tê pîrozkirin.

Çav li rêye ku bi deh-hezaran kes 17’ê Adarê biherikin qada Yenîkapi

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê Engîn Cengîz banga tevlîbûnê kir.

Engîn Cengîz got, bi gurkirina agirê Newrozê em ê qesra Dehaqan bi serê wan de hilweşînin.

Li herêma Egeyê jî keleceneke zêde ya Newrozê heye.

17’ê Adarê li Îzmîr û Denizlî.

19’ê Adarê li Mûgla û Balikesîr.

20’ê Adarê Aydin û Manîsa Newroz tên pîrozkirin.

Komîteyên amadekar dan zanîn ku amadekariyên wan bi dawî bûne û li benda gelê xwe ne.

Pîrozbahiya li Kocaeliyê jî 17’ê Adarê pêk tê.

Komîteye Amadekar li dijî polîtîkayên tecrîd, şer û qeyûman herkes vexwend Newrozê.