Hêzên hewayî yên Rûs bombe li komên çete yê li bakur rojavayê Sûriyeyê barandin ku rejîma Tirk piştgiriya wan çeteyan dike.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên Rûs şeva Sêşemê û sibeha Pêncşemê li Hama, Idlib û Lazkiyeyê bombardûman kirin.

Li gorî saziyê, ji 6’ê Adarê dema destpêkirina agirbestê ya li herêmê û vir ve cara yekemîn e ku Rûsya êrişa hewayî dike.

Herêma navborî di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) û Hûras El Dîn û Partiya Îslamî ya Turkistanê de ye ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike.

Piştî agirbesta navbera Tirkiye û Rûsyayê operasyona rejîma ya li hemberî Idliba ku HTŞ lê serdest e, hatibû rawestandin.

Li gorî lihevkirina Tirk û Rûsan, li rêya M4 a navbera Heleb û Lazkiyeyê ku ji Idlibê derbas dibe, dewriyeyên hevpar hatin kirin.

Li gorî saziyê, êrişa hewayî ya Rûs ji bo wê yekê ye ku komên çete ji vê rêyê û hin gundên herêma Sahl El Habê dûr bixîne. Li gundên navborî hêzên rejîmê û hêzên Rûs hene.