Şefa faşîsta Tirk Erdogan piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Mesrûr û Nêçirvan Barzanî re rûnişt.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, pêr, li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtina li Baxdayê Erodgan çû Hewlêrê û ji aliyê Mesrûr û Nêçirvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin li Qesra Serokatiya Hikumetê ya Herêma Kurdistanê ji çapemeniyê re girtî hate pêkanîn.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî beşdarî hevdîtinê bû.