HPG’ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Metînayê barandin û ragihand, ti ziyan negihişatiye gerîlayên wan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êvara 24’ê Mijdarê saet 19’an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Girê Heqarî yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar û ziyan negihişt gerîlayên me.”