Başak Demirtaş, daxuyaniyek da û got; Partiya me ji bo hilbijartinên herêmî, karekî ciddî dimeşîne û dixwaze nemzdên ji bo hevşaredaran destnîşan bike. Min beriya niha ragihandibû ku ji bo berpirsiyariya şaredariya Stembolê bigirim ser milên xwe amade me.

Partiya me DEM Partî jî, ragihand ku ew ê bi kêfxweşî û hemû hêza xwe namzêdiya min destek bike. Ez spasî hemû rêhavelên DEM Partî û Konseya Rêveberiya Partiyê dikim. Di encama hevdtinên bi rayedarên partiyê re, hem hemfikîr bûn ku namzêdiya min ya ji bo Şaredariya Stembolê werê rawestandin.

Di rojên pêş de, Partiya me wê namzêdên ji bo Şaredariya Stembolê eşkere bike. Ez amadê me ku bi rêhevalên xwe re ji bo wî hevalê hêja û serketina partiya me, kar bikim.

Başar Demîrtaş herî dawî got; Divê gelê me, ji bilî daxuyaniyên Partiya me, ti daxuyanî û beyanên din ciddî negire û nekin mijarên spekulasyonan. Çi dibe bila bibe, em yek in, bi hev re ne û em ê bi yekrêzî ji bo demokrasi, aştî, edalet û wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê serbikevin, dem dema me ye!