Li gorî nûçeya Rojnewsê, li navçeya Soran a Hewlêrê herdî Ahmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin.

Hate ragihandin ku Herdî Ahmed welatparêzekî Kurd e û bavê zarokekî ye.

Nayê zanîn bê Herdî Ahmed çima hatiye binçavkirin û ew birine ku derê.

Hêzên PDK’ê salên dawî zexta li ser muxalîfan zêde kiriye.

Kesên têne revandin an jî girtin, carna bi mehan aqûbeta wan nayê zanîn û agahî ji wan nayê wergirtin.

Li gel nerazîbûnên rêxistinên mafên mirovan jî van kiryarên xwe zêde dike. Hêzên PDK’ê bi kiryarên li dijî mirovahiyê û êşkenceyê timî dikevin rojevê.