Dema ku bayê havînê xwe didan diyar kirin, Egîdekî xuya dikir, di nav çiyayên asê û bilind de. Egîdekî bi heybet, Egîdekî rû bi ken. Ev Egîd di nav xeyalên dûr û kûr de bayê hênik li nav rûyê wî diket. 

Ev Egîd mêrxas dibe, wek bayekî asî dixwaze bijî, di nav çiyayên bilindahiya wan di dilê mirovan de bûne evîn ve. Ev Egîd dema ku dibe Rizgar, soz dide bayê ku behna azadiyê jê tê. Rizgar dixwaze di tehma şoreşê de, li ser welatê xwe bi dil û mejiyekî azad bifire. Bi evîndariya şoreşê dibe wek bayekî şoreşê Rizgarê me. Dema ku ji zaliman tolê hildide mejî û ruhê wî dibe agirê tolhildanê. Peyvên ku ji lêvên wî diherikin her yek ji wan dibe raperîn û dikeve nav demarên laşên me. 

Xeyalên her zarokekî ku dema mezin bibe ‘wê bibe çi’ heye, hertim pirsa ‘tu mezin bibî, tuyê bibe çi?’ li her zarokekî hatiye kirin. Mînak hemû zarok tiştek dibêjin weke ‘ez ê bibim mamoste, bijîşk an jî parêzer’ tişten hwd. Lê li welatê me dema pirsek wiha ji zarokan dihat kirin, bi coş, hundirê çavên wan bi ken ev bersiv didan; ‘Ez ê bibim Gerîla’. Zarokên welatê me bi rastiya şer çavê xwe li gerdûnê vekirine, hertim li beranberê heqaret, kuştin û qirkirinê mane. Li welatê me jiyîn ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin. Ji bo vê jî bersivên zarokên welatê me tu kes nikare fêm bike. Li welatê me tenê berxwedan dimîne, xwe înkar nekirin û xwebûyîn dimîne ji me re.

Heval Rizgar çavên xwe li welatekî hatiye wêrankirin û şewitandin vedike. Li welatê ku navê wî hatiye qedexekirin û zimanê nayê qebûl kirin mezin dibe. Li warê me, zarok tên asîmîlekirin bi zimanê dayika xwe mezin dibin. Di destpêkê de bi vê rastiyê re rû bi rû mayîn tiştekî wiha xweş nîne, lê ji bo zarokan ev destpêk dibe tişta herî xweş. Jiyana ji rêzê qebûl nekirin, lêpirsînkirin li pey hevdû dikeve nav mejî yê wan. Em zarokên welatekî ku wenda bûye ne, ji bo em xwe wenda nekin her yek ji me dibe rêwiyên rastiyê. Tiştên ku me bi xweşikbûyîna wan zanibûn hemû hatin xirakirin û hatin şewitandin. Lê me wêneyê azadiyê di dilê xwe de dabû neqişandin. Tarîtî carek ketibû nava ronahiya welatê me. Lê parazvanên welatê rojê bibûn hêvî, bawerî û ronahiya me ya azadiyê. Dilê wan bi evîna azadiyê tijî bibûn, li hember zaliman ti carî serî neditewandin û ji ti tiştekî jî neditirsiyan. Bi rûyekî li ken dikenîn ji çavên me yê zarok re. Edî ti hêz nikaribû bi zarokên welatê rojê. Ji ber şervanên rastiyê li warê me dest bi têkoşîna azadiyê kiribûn. 

Wek tê zanîn çîroka Heval Rizgar jî wiha dest pê kiriye. Bi zanistiya welatparêziyê ev dilê Egîd ked dide û bi keda xwe jî navekî nû ji jiyana xwe re dibîne. Lehengan nas dike, fermandarên mezin ên Amedê nas dike û zarokên Kurdistanê yê ku dilê wan bûne, evîndarê hevrêtiyê nas dike. Ji wan fêr dibe rastiyê, dîsa ji wan fêr dibe hevrêtiyê. Heval Rizgar êdî ber bi çiyayan ve bi rê dikeve û ji bo welatekî azad soz dide gelê xwe. Lê di rêwîtiya rêya hevrêyan de hertim çavên wî li wan fermandarên ku gîhîştine rastiyê digere.  

Min jî wek her zarokekî li warê me biryara berxwedanê dabû êdî. Min navê heval Rizgar jî hertim dibîhîst ji derdora xwe. Gerîlayê ku di nav daran re çawa bi lez derbas dibe, gerîlayêkî dil leheng hertim dibû mêvanê xeyalên min ên paşerojê. Dema ku min gavên xwe di rêya hevrêyan de diavêtin heval Rizgar hertim di kêlekek dilê min de bi min re bûn. Ez di şîverê çiyayan de çiqas derbas bûm, min yek yek mêvanên xeyalên xwe yên zarokatiya xwe jî didît. Heval Rizgar jî dema ku ber bi rêwîtiya Amedê ve bi rê diket min wî dît. Dema min wî dît, bayê ku li ser welatê me re diborî dilê min hembêz kirin. Nêrînên wî yên bi coş û peyvên ku ji dilê wî bi bêrîkirin diherikîn hin zedetir bandor li min dikirin. Em axivîn bi hev re, carna em keniyan carna jî me bêriya hevalên ku me hertim bêriya wan dikir kir. Ji min re wiha got herî dawiya di axaftinê xwe de ‘De were em bi hev re biçin Amedê’, ji bo vê gotina heval Rizgar bersiva min ev bû ‘wê rojek bê ez ê berê xwe bidim wan deverên tu silavên min û heskirinên min ji wan deşt û çiyayan re bigîhîne’. Piştî em axivîn heval Rizgar tiştek negot û ji gel min rabû ber bi wêneyê Şehîd Çiyager ve meşiya.Destpêkê bi kefiya xwe toza ser wêne paqij kir, dûv re jî sekinî û li wêne yê Şehîd Çiyager dirêj dirêj temaşe kir. Di wê kêliyê de min dîmenê Şehîd Çiyager û nêrandinê Heval Rizgar neqişand nav dilê xwe. Ev dîmen her dem jî wiha ma di dilê min de. Min tenê carek dît vî hevrêyê xweşik û rû bi ken. Di her mijarekî de hertim dilnazik û kedkar bû. Di zanebûyîna berpirsiyartiya xwe de bi rê ket ber bi axa kevnara Amedê ve. 

Dijmin wek dîn û haran êrîşê nirxên me yên herî pîroz dike. Dijmin wiha jî ji xwe re rewa dibîne. Bi hovane talangeriya xwe li xwezaya Kurdistanê, li gelê Kurdistanê dike. Ji ber gelê Kurd ji mirovahiyê nahesibîne, wiha êrîşên xwe jî dike. Heval Rizgar û Heval Zinar di 6 Hezîrana 2019’an de li Licê di encama şerekî de tevlî karwanên nemiran dibin. Dijmin nahêle ku tu kes nezî cenazeyê wan jî bibe, çil rojan li cîhê şehîd bûne dimînîn. Piştî çil rojan gel diçin û cenazeyê wan her du lehenga radikin. Dijmin bi vî awayê dîsa dijminahiya xwe û tirsa xwe ya li beranber gerîla da diyarkirin. Lê gelê Kurdistanê carek din jî nîşan dan ku her çi dibe bila bibe wê hertim berxwedayîn bibe para gelê Kurdistanê û zarokên Kurdîstanê.

Dema ku agirê tolhildanê dişewîtîne dilê mirovan, li dûv her hevrêyek ve tu jî dixwazî ji zaliman tolê rabikî û tu soz bidî ku çeka hevrêyên xwe li erdê nehêle. Her zindiyek ku dikeve erdê ji nû ve şîn dike jiyanê. Her hevrêyek ku dema digihîje rastiyê cihê wan hertim tê dagirtin. Her ciwanek Kurd navê wan radike û çeka wan hildigire. Niha li Andok, Dorşîn û Apê Mûsa bi hezaran Rizgar ji nû ve şîn dibin û ti carî tola hevrêyên xwe li erdê nahêlin. 

Nasnav: Rizgar Tolhildan
Nav paşnav: Felat Kocakaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2019’an / Amed